Di doza Yasîn Boru de derew li ser hev tên kirin
Di doza Yasîn Boru yê ku li Amedê di dema çalakiyên ji bo Kobanê yên 6-7'ê Cotmeha 2014'an de jiyana xwe ji dest da, derket holê ku şahidê veşartî, derew kiriye.

Hat aşkerakirin ku sê bersûcên dozê, di dema bûyeran de li leşkeriyê, li girtîgehê û li nexweşxaneyê bûn.
Şahidê veşartî Kanarya 1, bi îfadeyên xwe yên di dema lêpirsînê de, bû sedem ku gelek kes bibe bersûc. Her wiha bi vî kesî re teşhîs jî hat kirin. Kanarya 1, di dema lêpirsînê de bersûcên ku nas nake teşhîs kir û îdîa kir ku wî ev kes li cihê bûyerê dîtiye.
Li ser vê yekê Serokê Dadgehê Mûsa Yeşîl ji şahidê veşartî pirsa 'Te berî salekê nikarîbû teşhîs bikira, tu çawa dikare niha teşhîs bike?' pirsî. Şahidê veşartî jî got, "Rûyê wan bi maske hatibû girtin, mirov xwarina xwe ji bîr dikin."
Ji bo pirsa, 'te îro çawa nas kir?' şahidê veşartî got, 'Ji bevila wî'. Li ser vê yekê Serokê Dadgehê Yeşîl bi gotina 'tiştekî bi vî rengî beredayî nabe' nerazîbûn nîşan da û ji ber ku di nava gotinên şahidê veşartî de nakokî hene, du polîsên sivîl û du personel li nava bersûcan da rûniştandin.
Şahidê veşartî Kanarya 1, dema polîsek û personelekî dadgehê weke bersûc nîşan da, derket holê ku derewan dike. Piştî van îfadeyên şahidê veşartî 'Kanarya 1', dozgeriyê jî got 'beyanên şahidê veşartî xwedî bingehek madî nîne û bi hewldana hêzên ewlekariyê hatiye girtin.'
Di vê çarçoveyê de xwest bersûcên girtî Sedat Çoban, Cîhan Yildiz, Abdulvahap Tûran, Hasan Aldemîr û Ridvan Baş bê berdan.
Piştî vê daxwazê, biryara navberê hat dayîn û Heyeta Dadgehê Cîhan Yildiz, Abdulvahap Tûran, Hasan Aldemîr û Ridvan Baş serbest berda.
Bi biryara tehliyeyê re hejmara bersûcên girtî yên di dozê de daket 17'an.