Pûtîn: Ji Sûriyeyê kamyon bi kamyon petrol neqlî Tirkiyeyê kirin
Pûtîn ê bi Hollande re civîneke çapemeniyê ya hevpar pêk anî, diyar kir ku kesên li hember terorê cot standartiyê dikin û bi DAIŞ’ê re têkilyên aborî datînin bi êgir dilîzin.
Pûtîn ê bi Hollande re civîneke çapemeniyê ya hevpar pêk anî, diyar kir ku kesên li hember terorê cot standartiyê dikin û bi DAIŞ’ê re têkilyên aborî datînin bi êgir dilîzin.
Serokdewletê Rûsya Vladîmîr Pûtîn ê bi Serokkomarê Fransa François Hollande civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist diyar kir ku kesên li hember terorê cot standartiyê dikin û bi DAIŞ’ê re têkiliyên aborî datînin bi êgir dilîzin.
Serokê Rûs got ku ji Tirkiyeyê ne li benda helwesteke wiha bûn û got: "Me S-400 bi cih kir, ji ber ku balafira me hat xistin. Ji aliyê welatekî me wek mutefîk didît hat xistin. Em ne li benda wê bûn.”
Pûtîn anî ziman dema operasyonên li herêmê bi rê ve dibin, berî wê şirîkên xwe yên Amerîkayî agahdar dikin û diyar kir Tirkiye jî xwedî van agahiyan e.
Pûtîn destnîşan kir ku bi Hollande re têkildarî operasyonên li Sûriyeyê re bi Fransayê re li hev kirine. Pûtîn got: “Divê gelê Sûriyeyê der barê pêşeroja Esad de biryar bide. (Der barê operasyona li hemberî konvoya TIR’ên li sînor) got ku guman kirine ku TIR alavên alîkariya mirovî hilnagirin. Divê civaka navneteweyî lêpirsîn bike bê ev TIR li vir çi digerin. Weke tê gotin alîkariya mirovî di wan de nînbû.”
Pûtîn got: “Li Sûriyeyê ji herêmên terorîst lê hene bi şev û roj kamyon bi kamyon petrol hat neqilkirin.” Pûtîn destnîşan kir ku teqez ev dizanin ku tankerên petrolê tijî derbasî Tirkiyeyê dibûn û vala vedigeriyan. Pûtîn da xuyakirin ku ev pirsgirêkeke gelê Tirkiyeyê jî û got: “Di wan pereyên petrolê de xwîna pîlotên me û kesên li Parîsê mirine heye.”