Operasyonên qirkirinê: Nêzî 60 kes hatin binçavkirin, 3 kes hatin girtin
Di operasyonên qirkirina siyasî de nêzî 60 kes hatin binçavkirin, 3 kes jî hatin girtin.
Di operasyonên qirkirina siyasî de nêzî 60 kes hatin binçavkirin, 3 kes jî hatin girtin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP'ê li hemberî sivîlan dimeşîne, dewam dikin. Hêzên dewleta Tirk, ku li bajarên Kurdistanê her roj sivîlan qetil dikin, bi fermana AKP'ê operasyonên xwe yên qirkirina siyasî jî didomînin. Li Enqere, Amed, Wan, Kocaelî û Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin û girtin.
ENQERE
Li navçeyên Enqere Mamak û Sîncanê, polîsan avêtin ser malên Kurdan û tê gotin, ku gelek kes hatine binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin, yên navên wan hatine hînbûn; Mehtap Kiyaz, Mizgîn Ermîş e û Mucahît ê paşnavê wî nehatiye zanîn e.
FARQÎN
Li navçeya Amed Farqînê, di serdegirtinên danê vê sibehê de ciwanê bi navê Îbrahîm Fîdan hat binçavkirin. Fîdan ê ku li mala xwe ya li taxa Ferîdûnê hat binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Farqînê.
WAN
Li taxên navçeya Wan Sarayê, Serokê berê yê DBP'ê yê navçeyê Fevzî Bargîn û Nîzam Daggezen tevî Cengîz Savaşli yên di 28'ê Kanûnê de hatin binçavkirin, derxistin edliyeyê. Piştî îfadeya li dozgeriyê, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" her sê kes sewqî Dadgeriya Ceza ya Sûlhê hatin kirin. Dadgehê biryara girtina her sê kesan da û ew şand Girtîgeha Tîpa F ya Wanê.
KOCAELÎ
Xwendekarên welatparêz û şoreşger ên li Zanîngeha Kocaeliyê, bi armanca şermezarkirina polîtîkayên qirkirinê yên dewletê û protestokirina Komkujiya Roboskî li ber Rektoriya Kampusa Ûmûttepe hatin cem hev. Polîsên Tirk êrîşî çalakiyê kirin û tevî nûçegihana DÎHA'yê ya Kocaeliyê Elîf Çetîner bi qasî 50 xwendekar bi lêdanê girtin binçavan. Xwendekarên binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Kaşkal Dere ya Kocaeliyê.
STENBOL/BÛRSA
Li navçeya Stenbol Esenyûrtê, hêzên dewletê danê sibehê avêtin ser malan û 2 kesên girtin binçavan birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.
Li aliyê din, 2 jê zarok 3 ji 4 kesên duh li Stenbolê hatin binçavkirin û 3 ji 39 xwendekarên li Bûrsayê hatin binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin.