'Ya em ê bibin DAIŞ, yan jî em ê bibin Kobanê'

Kedkarên tenduristiyê yên ku li dijî dorpêçiya li Kurdistanê ji bo rojekê grev kirin, xwe amade dikin ku di 31'ê Kanûnê de ji çar aliyên Tirkiyeyê, ji bo parastina jiyanê biçin bajar û navçeyên ji aliyê dewletê ve hatine dorpêçkirin.

Kedkarên tenduristiyê yên ku li dijî dorpêçiya li Kurdistanê ji bo rojekê grev kirin, xwe amade dikin ku di 31'ê Kanûnê de ji çar aliyên Tirkiyeyê, ji bo parastina jiyanê biçin bajar û navçeyên ji aliyê dewletê ve hatine dorpêçkirin. 

Yek ji van kedkarên tenduristiyê, ji doktorên berxwedana Gezî Încîlay Erdogan e. Încîlay Erdogan li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

'XENDEK LI DIJÎ ÊRÎŞÊ REFLEKSA JIYANÊ YE'

Încîlay Erdogan da xuyakirin ku êrîşên dewletê piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê, ku HDP'ê ji sedî 13 deng bi dest xist, destpê kir û got, "Bi komkujiyên Pirsûs û Enqereyê re nîşaneyên pêvajoya şerekî dijwar hat dayîn. Bi hilbijartinên ku di 1'ê Mijdarê de careke din li ser gel hat ferzkirin re, dema AKP ji nû ve li ser desthilatdariyê rûnişt, li bajar û navçeyên ku ji sedî 90 deng dan HDP'ê, dorpêçiyeke dijwar a dewletê destpê kir. Mirov hatin mexdûrkirin û nema karîbûn derkevin kolanan. Li hemberî van êrîşan gelê Kurd got, 'Em xwediyê vî welatî ne, me nêrînên xwe beyan kirin û em pişt li nêrînên xwe ne', ji bo vîn û azadiya xwe xendek koland. Li pişt wan xendekaran mirov xwe diparêzin. Eger tu bi tank û topan bi ser wan de biçe, ew ê jî xendekan bikole. Eger ji aliyekî êrîş bê kirin, tu jî ji bo jiyanê neçar e xwe biparêze. Ya tê kirin refleksa ji bo jiyanê ye. Rewşa heyî, dorpêçiyeke giran û şerekî topeykûn e. Eger hûn bi tank û topan êrîşî bajarekî dikin, hûn qada paqijkirinê dikin, hingî li wê derê hewldaneke qirkirinê heye."

TI CUDAHÎ DI NAVBERA BENDA LI GEZÎ Û XENDEKA LI SÛRÊ DE NÎNE

Încîlay Erdogan bal kişand ser aliyên dişibin hev ên berxwedana Gezî û berxwedana niha ya li Kurdistanê û ev nirxandin kir: "Ya li Gezî qewimî, îsyaneke gel bû. Lewma ciwanên îro li pişt xendekan e, ji ciwanên li Gezî cudatir tiştekî nabêjin. Di navbera benda li Gezî û xendekên li Cizîr û Sûrê de ti cudahî nîne. Yên li Gezî gotin, 'em ê nehêlin ku hûn destê xwe bidin nasname, beden, ked, şêweyê jiyanê, xweza û dîroka min' û bend danîn. Bi heman gotin û têgihiştinê re li herêmê jî xendek hatin avakirin."

'EM BI BÊDENGIYA XWE RE HÊDÎ HÊDÎ DIMIRIN'

Încîlay Erdogan li ser bêdengiya rojavayê Tirkiyeyê ya li ser êrîşên dewletê yên li Kurdistanê wiha axivî: "Niha li holê komkujiyek heye, ku em lê temaşe dikin. Bêhelwest mayîn, di dema dirêj de wê ji aliyê derûnî û exlaqa civakê ve rê li ber têkçûneke mezin veke. Weke mirovên li rojavayê welêt dijîn, em ê bi giranî berdêla vê yekê bidin. Ya rast em ew alî ne, ku bi bêdengiya xwe re hêdî hêdî dimirin. Ya em ê bi bêdengiya xwe re li aliyê ku me dikuje cih bigirin, yan jî em ê ji bo sekinandina vî şerî, ji bo avakirina komareke demokratîk a rasteqîn bi hev re tevbigerin."

'YA EM Ê BIBIN DAIŞ, YAN JÎ EM Ê BIBIN KOBANÊ'

Încîlay Erdogan da xuyakirin ku xwedîderketina li Gezî ya li qada neteweyî û navneteweyî, li pêşberî komkujiyên li herêmê dernakeve holê û anî ziman ku bêdengiya li qada tenduristiyê jî ji psîkolojiya civakî ne cuda ye.

Încîlay Erdogan diyar kir ku divê qada xizmetên tenduristiyê li hemberî rewşê tiştekî bike û got, "Pêwîste ji ya Gezî cudatir em tiştekî bikin. Em li Gezî xwedî mafê gotinê bûn, li wê derê pêwîstî hebû û me jî xizmeta tenduristiyê dan. Lê belê pêwîstiya li Kurdistanê ya îro ne tiştekî bi vî rengî ye. Li wê derê personelên tenduristiyê hene, lê belê, nikarin xizmetê bidin. Ji ber vê yekê ya ku divê em bikin, hewldana rakirina vê dorpêçiyê ye. Ji ber ku wezîfeya herî girîng a personelên tenduristiyê ne pansûman e, parastina jiyanê ye. Û parastina jiyanê jî li Kurdistanê ji bo pêkanîna aştiyeke rasteqîn, hewldan e. Di vê demê de wezîfeya me ya herî mezin ev e. Her kêliyeke em winda bike, wê bibe gunehekî mezin û li ser milê me bi cih bibe. Niha ji xwe li Rojhilata Navîn krîzeke şaristaniyê heye. Aliyek her diçe dibe xwedî aqlê mêr, gav bi gav her şêwe bêexlaqiya şîdetê tê kirin û zordarî heye. Li aliyê din jî exlaqeke nû ji bo jiyanê tê afirandin. Di vê demê de ya helwesta me wê li aliyê jiyanê be, yan jî wê li aliyê hilweşînê be. Di vê demê de ya em ê bêdeng bimînin û ji aliyê exlaqî ve bibin DAIŞ, yan jî em ê helwestek ji bo jiyanê nîşan bidin û bibin Kobanê."

KEDKARÊN TENDURISTIYÊ JI BO JÎNDARKIRINÊ BERÊ XWE DIDIN KURDISTANÊ

Încîlay Erdogan ragihand ku di 31'ê Kanûnê de kedkarên tenduristiyê wê ji Stenbol û bajarên din biçin Amed, Nisêbîn û Cizîrê û got, "Dem hatiye ku em nobedê ji hevalên xwe dewr bigirin. Ti bendewariyeke me ji Wezîrê Tenduristiyê nîne, ji ber ku Wezîrê Tenduristiyê di hefteya derbasbûyî de got, 'Ji sedî 70 em bi ser ketin, em hewl didin xwe bigihînin serketina ji sedî 100'. Em weke kedkarên tenduristiyê, serketinê di nava jiyanê de dibînin. Ji bo cîhaneke ku pitik, zarok lê namirin, bi başî mezin dibin, dikarin bilîzin û bi zimanê xwe dijîn, di nava hewldanan de ne."