Ji Erdogan mesaja 'wê derew û şer dewam bike'

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di peyama xwe ya sala nû de got, 'komkujî wê dewam bike'. Erdogan ji bo sivîlên ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin got 'terorîst'.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di peyama xwe ya sala nû de got, 'komkujî wê dewam bike'. Erdogan ji bo sivîlên ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin got 'terorîst'.

Erdogan di mesaja xwe de ev îdîa kir; 'Hêzên me yên ewlekariyê hem çiyê, hem jî bajaran ji terorîstan paqij dikin, wê paqij bikin. Di sala 2015'an de di operasyonên li nava welê tû derevyî welêt, hejmara terorîstên hatine bêbandorkirin gihaştiye 3 hezar 100 kesî."

TERORÎSTÊN SÊ MEHÎ, SÊ ROJÎ!

Di nava vê hejmara bêbingeh a Erdogan de, ji pitika hînê ji dayik nebûye heta kal û pîran, sivîl weke 'terorîst' hatin pênasekirin. Di encama êrîşên AKP'ê yên bi armanca qirkirinê de, ji 7'ê Hezîranê û vir ve 61 zarok, 74  jin bi qasî 400 sivîl hatin qetilkirin.

Bi tenê di dawiya meha Kanûnê de dayika 11 zarokan Taybet Înan, Mîray a hînê sê mehî, kalê wê Ramazan Înce, Huseyîn Selçûk ê 5 salî, Huseyîn Guzel ê 70 salî hatin qetilkirin. Ev bi tenê çend ji sivîlên di nava vê mehê de hatine qetilkirin e.

Recep Tayyîp Erdogan, pitikê 35 rojî Mûhammed ê di meha Îlonê de li Cizîrê hat qetilkirin û Cemîl a 13 salî ya cenazeyê wê di sarincê de bi rojan ji ber êrîşên dewletê hat ragirtin, her wiha gelek sivîlên wekî wan di operasyonên dewletê de hatin qetikirin, 'terorîst' îlan kiribû.

DAVÛTOGLÛ LI WINDAHIYÊN XWE MUKUR HATIBÛ

Li aliyê din, hêzên dewleta Tirk ên ku sivîlan qetil dikin, li hemberî gerîla jî windahiyên giran didin. Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû di daxuyaniyeke berî çend rojan de li vê yekê mukur hatibû: "Em senaryoyeke fîlm nakişînin. Tirk di nava xeleka ji agir de ye. Bi sedan polîs û leşkerên me şehîd bûne."

Rayedarên KCK'ê jî di daxuyaniyên xwe de ragihandibûn ku dewleta Tirk hejmara windahiyên gerîla dinepixîne û agahiyên şaş dide.