Li Stuttgart ji bo Erbay, Oter û Şahîn ên MLKP’yî bîranîn

Erbay, Oter û Şahîn ên MLKP’yî li Stuttgartê hatin bibîranîn.

Yelîz Erbay, Şîrîn Oter ên MLKP’yî ku li Stenbolên hatibûn qetilkirin û şervanê MLKP’ê Îsmet Şahîn ê ku di têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li başûrê Kobanê de jiyana xwe ji dest da li bajarê Stuttgart ê Elmanya hatin bibîranîn. 

Axaftina vekirina aktîvîteyê ya ku bi tevlîbûna nêzî 100 kesî ve li Salona Konferansê ya GIK-DER a girêdayî AGIF’ê pêk hat, nûnerê AGIF’ê kir.

Nûnerê AGIF’ê diyar kir ku Erdogan û AKP’ê kevneşopiya qirkirina dewleta Tirk dewir girtine, bal kişand ku AKP’ê di 5 mehan de 6 jinên şoreşger bi înfazên malan ve qetil kiriye.

‘KEVNEŞOPIYA BERXWEDANÊ MEZIN BÛ’

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku kevneşopiya berxwedana li dijî qetlîaman mezin bûye; yê têk çû faşîzma AKP’ê ye her wiha yê bi ser bikeve jî wê hêzên azadî, demokrasî û sosyalîst bin.

Di aktîvîteya bîranînê de piştî daxuyaniyên Rêxistina Jinên Komunîst û Desteya Navendî ya MLKP’ê hat xwendin, bi pêşendana sînevîzyonê dom kir.

AP ŞAHÎN: SERBILINDÎ YE

Apê Îsmet Şahîn ê ku li Kobanê jiyana xwe ji dest da, Îsmaîl Şahîn di aktîvîteyê de axivî. Ap Şahîn wiha got: “Hevalê Îsmet pismamê min bû. Ew hevalê gelên bindest bû. Ji bo serbilindî ye. Ez her xwedîderketinê dibînim hêstiyar dibim. Em ê bîranînên wî di têkoşîna xwe de zindî bihêlin.”

Di çalakiyê de alîgirên MKP, li ser navê ATIK û Yekîtiya Têkoşînê jî axaftina hatin kirin, her wiha yên di 19’ê Kanûnê Qetlîama Girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane jî hatin bibîranîn.