Ji Merkel re nameya 'terora AKP'ê hat şandin

Ji Serokwezîra Elmanyayê Merkel re, li ser terora AKP'ê ya ku li Kurdistanê dimeşîne, nameyek hat şandin.

Komeleya Hiqûq û Mafên Mirovan a Navneteweyî (MAF-DAD) û Prof. Norman Peach, ji Serokwezîra Elmanya Angela Merkel û Wezîrê Karên Derve Frank Walter Steînmeîer re li ser navê hin şexsiyetên navdar ên Elman, nameyek şandin.

Di nameyê de êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî bexwedana xwerêveberiyê ya gelê Kurd hatin şermezarkirin û hat xwestin, ku dawî li van êrîşan bê anîn. Di nameyê de hat xwestin ku navê PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' jî were derxistin û ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re muzakere bê kirin, bikevin nava hewldanan.