Operasyonên qirkirina siyasî: 16 kes hatin girtin

Li Îzmîr, Bûrsa, Mêrdîn û Kocaeliyê 16 kes hatin girtin. Li Amedê jî polîsên Tirk welatiyê birîndar kirin hat binçavkirin

Hikûmeta AKP’ê, pêkanînên xwe yên qirkirinê li hember gelê Kurd didomîne. Hêzên dewletê ji aliyekî ve welatiyên sivîl qetil dike, li aliyê din operasyonên xwe yên qirkirina siyasî didomîne.

MÊRDÎN

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di 26'ê kanûnê de welatiyên bi navê Serhat Yildirim, Hakki Ay, Hamdullah Çelîk, Erkan Taşkan, Servan Sertkaya û Nurullah Sertkaya hatibûn binavçkirin derxistin dozgeriyê.
Piştî îfadeyan 6 welatî bi îdiaya "endamê rêşistinê ne" sewî dadgehê hatin kirin û dadgehê jî biryara girtinê da. WElatiyên hatin girtin şandin GirTîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. 

AMED

Meşa di 22’ê Kanûnê ya ji bo şikandina dorpêçê li navçeya Sûrê ya Amedê, polîsan êrîşî meşvanan kir, di encama êrîşê de gelek kes birîndar bûn. Li navçeya Balar ciwanê bi nave Recep Çanak (26) ji aliyê polîsên Tirk ve hat bîrindarkirin. Çanak ê rewşa wî giran, ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yeşîrgîlê. Ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Çanak ê hat binçavkirin, birin Şaxê TEM’ê yê Muduryeta Emnî ya Amed ê.

ÎZMÎR

8 welatiyên ku 2 roj berê li navçeya Menemen a Îzmîre li taxa Asarlikê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, piştî karên li emniyetê anîn dozgeriyê. 6 kes piştî îfadeyên li dozgeriyê serbest hatin berdan. Welatiyên bi navê Ugur Gul û Muhammed Şavran bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Her 2 welatî bi îddiaya "endamê rêxistinê ne", "tevlî xwepêşandanên bê destûr bûne" û "zirar dane malê civakê" hatin girtin.

BÛRSA

Li Zanîngeha Uludagê ya Bursayê 39 xwendekarên ku beriya merasîma bîranînê ya ji bo Roboskê hatin binçavkirin. Ji xwendekarên hatin binçavkirin 36 xwendekar duh êvarê piştî îfadeyên wan ên li emniyetê hatin bedan. Xwendekarên bi navê Sînem Erdogan, Omer Aras û Burak Bakirhan sewqî dozgeriyê hatin kirin. 3 xwendekar bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê der barê 3 xwendekaran de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" biryara girtinê da.

KOCAELÎ

Li Zanîngeha Kocaeliyê, polîs duh êrîşî bîranîna Komkujiya Roboskê kiribûn û 32 xwendekar binçav kiribûn. Xwendekarên bi navê Huseyîn Erpolat, Emre Çîkdem, Mizgîn Dag, Cîhan Kertîş û Salîh Mehmet Ozbakır, bi hinceta lêpirsîneke ku berê derbarê wan de hatiye vekirin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Her 5 xwendekar jî bi îddiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin.