Polîsan êrîşî Baranê ku qetilkiribûn kirin

Konê sersaxiyê ji bo Sedat Baran ê li Mersînê ji aliyê polîsên Tirk hat qetilkirin hat vedan, rastî êrîşa polîsên Tirk hat. Li ser bersivdayina ciwanan, polîs neçar man vekişin.

Konê sersaxiyê yê ji bo Sedat Baran ê ku ji aliyê polîsên Tirk li Mersînê hatibû qetilkirin, li pêşiya mala wî ya li Taxa Guneş a navçeya Akdenîzê hatibû danîn rastî êrîşa polîsên Tirk a bi bombeyên gaz û deng hat.

Di êrîşê de gelek kes ji gazê bi neyênî bandor bûn. Ciwanên li konê sersaxiyê xwe ji polîsan parastin û bi keviran bersiv dan.

Derdora konê sersaxiyê ji aliyê gel tê parastin, li cadeyan barîqat hatin danîn. Ji ber li herêmê bi hezaran kes kom bûn, polîs neçar man vekişin qereqolê.