Îsraîlê êrîşên li Xezeyê berfireh kir: Di sê rojan de nêzî 300 kes mirin

Artêşa Îsraîlê roja Şemiyê daxuyanî da û ragihand ku li Xezeyê dest bi “êrîşên berfireh” kiriye. Di 3 rojên dawî de nêzî 300 kes hatin qetilkirin.

Îsraîlê weke parçeyekî “qonaxa ewilî” ya plana zêdekirina êrîşên li ser Fîlîstînê, li Xezeyê dest bi “êrîşên berfireh” kiriye.

Çend saet piştî tura kendavê ya Serokê DYE’yê Donald Trump, artêşa Îsraîlê ev tişt diyar kir: “Di rojên borî de me dest bi êrîşên berfireh kirine û ji bo kontrolkirina hin herêmên Xezeyê, me hêz sewq kirine.”

Teşkîlata parastinê ya sivîlan a li Xezeyê ragihandin ku roja Çarşemê zêdeyî 80, roja pênceşmê zêdeyî 100 kes û roja Îniyê jî herî kêm 100 kes di êrîşên Îsraîlê de mirin.