DEM-GENÇ'ê komkujiyên Roboskî û yên dema dawî protesto kir
Meclîsa Wanê ya DEM-GENÇ’ê komkujiya Roboskî û qetlîamên dewam dawî protesto kir. Di çalakiyê de hat xwestin ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were.
Meclîsa Wanê ya DEM-GENÇ’ê komkujiya Roboskî û qetlîamên dewam dawî protesto kir. Di çalakiyê de hat xwestin ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were.
Di salvegera 4. a komkujiya Roboskî de, tevî komkujiya Roboskî qetlîamên dewletê yên li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Kerboran, Silopiya û Farqînê li Wanê hatin protestokirin. Piştî meşê ku ji aliyê DEM-GENÇ hat lidarxistin li Xaçerêya Îkî Nîsan bi tevlîbûna Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan, Hevserokên Rêxistina DBP’ê yên Bajarê Wanê Caziye Dûman, Munîr Aras, Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Bajarê Wanê Veysî Dîlekçî, Hevşaredar, nûnerên Rêxistinên Civaka Sivîl, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, pêkhateyên KJA û aktîvîstîn DEM-GENÇ’ê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.
Girseyê pankarta, “Li Rêber Apo û xweseriya demokratîk xwedî derkeve’ vekir, dirûşmên “Qatil Dewlet” û “Bijî Serok Apo” qîr kir.
‘QETLÎAM BI DESTÊ ERDOGAN-AKP’Ê PÊK HATIN’
Li ser navê girseyê Xezal Şahîn daxuyanî da û destnîşan kir ku qetlîamên bi 1925’an destpê kirin, di sala 2011’an bi Qetlîama Roboskî berdewam kiriye. Şanîn anî ziman ku Erdogan bi vê têr nebû, niha jî li Sûr, Silopiya, Farqîn, Cizîr, Nisêbîn û Geverê qetlîamên xwe didomîne.
Şahîn da xuyakirin ku Qetlîama Roboskî bi destên Erdogan û dewleta AKP’ê pêk hatiye, qetlîamên 5 Hezîranê, 20’ê Tirmehê û 10’ê Cotmehê ya li Enqereyê jî berdewama wê ne.
‘ÇARESERÎ BI AZADIYA FÎZÎKÎ YA OCALAN GENGAZ E’
Şahîn axaftina xwe wiha domand: “Ev hemû bi ragirtina parêzvanê azadî, demokrasî, wekhevî û edaletê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi kûrkirina tecrîdê pêk tên.” Di berdewama axaftinê de wiha hat gotin: “Çareserî diyar e; divê bêyî ku dem bê windakirin azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were.” Piştî dilsoziya bi Ocalan re hat dubarekirin û soza hesabpirsîna qetlîaman hat dayîn wiha hat gotin: “Teslîmiyet dibe îxanetê, pasîfîzm dibe têkçûnê, berxwedan dibe serketinê.”
Piştî daxuyaniyê girse ber bi Cadeya Cûmhûriyetê ve ket rê û bi qîrîna dirûşma “Qatil Dewlet” belav bû.