Dewleta Tirk li Bernê hat protestokirin

Li Bernê, terora dewleta Tirk a li Kurdistanê hat şermezarkirin.

Li Swîsreyê, çalakiyên protestokirina êrîşên dewleta Tirk, dewam dikin. Çalakiya protestoyî ya pêr li ber Parlamenta Swîsreyê hat lidarxistin, duh li ber gara navendî ya Bernê dewam kir.

Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li bajarê Swîsre Bernê li hev civiyan, komkujî û êrîşên dewleta Tirk li Kurdistanê dike şermezar kirin û berxwedana li Kurdistanê silav kirin.

Li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Swîsreyê, gelek kes duh li ber gara navendî ya Bernê li hev civiyan.

Di çalakiyê de wêneyên komkujiyên li Kurdistanê tên kirin hatin hilgirtin. Swîsreyiyan jî piştgirî dan çalakgeran.

Di çalakiyê de bi qîrîna dirûşmeyan dewleta Tirk hat lenet kirin, berxwedanên li Kurdistanê jî hatin silavkirin. Di axaftinan de bal hat kişandin ser rûyê qetlîamker ê dewleta Tirk û ji Ewropayê hat xwestin, ku bes bêdeng bimîne.

...