Alîkarê Serokê Kopru-Derê Şahîn bal kişand ser mecbûriyeta sekinandina şerê li Rojhilata Navîn û got, "Xeteriya mezin, eger ev şer nesekine wê destpê bike. Li Sûriyeyê hînê 7 mîlyon mirovên ji cih û warên xwe koç nekirine, hene. Krîza penaberiyê wê deh salên din bidome."
Komeleya Pira Gelan (Kopru-Der) a li Îzmîrê dixebite, ji bo penaberên Sûryeyî yên roj bi roj vediguherin krîzeke mezintir, li Egeyê piştevanê herî mezin e. Endamên komeleyê ku hemû bi dilxwazî dixebitin, di navbera gelan de hesta piştgiriyê diafirînin. Pira Gelan bi rêya doktorên xwe yên dilxwaz, pirsgirêkên tenduristiyê yên penaberên li Egeyê çareser dike. Çend roj berê li 8 bajaran, bi awayekî hevdemî çalakiya 'Pêşî li rêyeke ewle vekin, mirinan bisekinînin' li dar xist.
Alîkarê Serokê Komeleya Pira Gelan Yildirim Şahîn, rewşa dawî ya penaberên li Egeyê ji ANF'ê re vegot.
Şahîn bibîr xist, ku hatina penaberan ber bi Tirkiyeyê ve, bi rewşa şerê li Sûriyeyê ve girêdayî ye û ragihand ku hatina ji sînoran kêm nebûye. Şahîn anî ziman ku penaberên li gelemperiya welêt bi giranî berê xwe didin Îzmîrê, ji ber ku navenda derbasbûna Ewropayê peravên Egeyê ye. Şahîn diyar kir ku hin ji van penaberan ji bo çûyîna Ewropayê, hin jê jî ji ber ku derfet û hêza xwe ya rêwîtiyek ber bi Ewropayê nîne, li bajarokên Egeyê bi cih bûne û hewl didin jiyana xwe bidomînin.
Şahîn da xuyakirin ku penaberên nikarin biçin welatên Ewropayê li herêmên çandiniyê yên Îzmîrê bi cih bûne, hewl didin bi rêya vî karî ji xwe re hinekî pere komî ser hev bike û pê karibin biçin Ewropayê yan jî dema şer qediya vegerin welatê xwe û bi pê debara xwe bikin. Şahîn destnîşan kir, ku ev penaber ji ber bêçaretiyê bi nîvbuhayî dixebitin û keda wan tê talankirin.
'JI BILÎ TENDURISTIYÊ, EM NIKARIN ÇARESERIYEKÊ PEYDA BIKIN'
Şahîn diyar kir ku li gorî agahiyên ji wan re tê, ew têkildarî pirsgirêkên tenduristiyê yên penaberan dikevin nava tevgerê û got, "Piştî ku em cihê penaberê nexweş tespît dikin, tevî ekîba xwe ya tenduristiyê em diçin herêmê û mûayene dikin. Yên ku divê biçin nexweşxaneyê, em wan radikin nexweşxaneyê. Karên tercûmeyê yên li nexweşxaneyê jî weke komele em hewl didin çareser bikin. Lê belê, dema mirov li 3 mîlyon penaberên li Tirkiyeyê bifikirin, bêguman karê me têrê nake. Li vê derê em hewl didin alîkariyê bidin wan. Lê belê em nikarin ji wan re çareseriyeke bingehîn peyda bikin."
'TEVÎ ŞERT Û MERCÊN NEBAŞ ÊN HEWAYÊ DIKEVIN SER RÊ'
Şahîn da zanîn ku hejmara hewldanên bi rêyên neewle çûyîna giravên Yewnanîstanê kêm enbûye û got, "Şert û mercên nebaş ên hewayê, hejmara seferan kêm dike, lê belê mirov dîsa jî dixwazin derbas bibin. Yên di nava van şert û mercan de hewl didin derbas bibin, rastî karesatekê tên. Di dema dawî de ji ber vê yekê nêzî sed mirovan jiyana xwe ji dest dan. Dixwazin biçin, ji ber ku li Tirkiyeyê şensê jiyanê nabînin. Dewlet qebûl bike jî civak qebûl nake. Penaber pêşeroja xwe, qet nebe pêşeroja zarokên xwe li welatên Ewropayê dibînin."
'TIRKIYE PENABERAN LI HEMBERÎ EWROPAYÊ BI KAR TÎNE'
Şahîn bal kişand ser desteka madî ya ku Yekîtiya Ewropa di berdêla ragirtina penaberan li Tirkiyeyê de 3 mîlyar Euro bide hikûmeta AKP'ê û got, "Beriya niha hejmarek hatibû aşkerekirin. Di nava 4 salan de 8 mîlyar li penaberan hatiye xerckirin. Lê rewşa penaberan li holê ye, ti pêşketineke erênî nîne. Ne diyar e ku ev pere li ku hatiye xerckirin. Ji ber ku ji bilî avakirina wargehên ji konan û belavkirina xwarinê li van wargehan tiştek nehatiye kirin. Dibe ku difikirin cihên weke girtîgeha nîv vekirî yan jî kampa komkirinê bê avakirin. Mijara esasî ya bazariyê ev e; Em ê nehêlin penaber derbas bibin, lê hûn jî qewimînên li Tirkiyeyê nebînin. Îro ji ber sîstema serokatiyê welat veguheriye gola xwînê. Herêma Kurdistanê veguheriye qada şer, lê ji kesî deng dernakeve. Ji ber ku Tirkiye 3 mîlyon penaberan li hemberî Ewropayê weke çekekê bi kar tîne."
'DIVÊ BI LEZGÎNÎ MAFÊ PENABERAN BÊ NASKIRIN'
Şahîn da zanîn ku divê li Tirkiyeyê şert û mercên jiyanê yên li gorî rûmeta mirovahiyê ji bo penaberan werin afirandin û got, "Zehmet e ku ev mirov di nava deh salên li pêşiya me de vegerin welatê xwe. Bajarên wan êdî bûne ku nema lê were jiyîn. Heta ku Ewropa wan weke penaber negire, ev mirov êdî hemşehriyên me ne. Pêwîste ev were qebûlkirin û li gorî vê yekê nêzîkatî bê nîşandan. Desthilatdariya siyasî vê yekê weke rîsk dibîne. Ji nerazîbûnan ditirse. Divê ji hemşehriyên me yên nû re bi awayekî lezgîn mafê penaberiyê were naskirin an jî mafê welatîbûnê bê dayîn."