Li Swêdê çalakiya 'Ji Mereşê heta Roboskî; komkujî' hat lidarxistin

Çalakiya duyemîn a bi navê 'Ji Mereşê heta Roboskî; komkujî' ya li ser komkujiyên dewleta Tirk aniye serê şoreşgeran, Kurdan, Elewî û mûxalîfan, li bajarê Swêd Ûppsalayê hat lidarxistin.

Piştî Stokcholmê, çalakiya duyemîn a bi navê 'Ji Mereşê heta Roboskî; komkujî' ya li ser komkujiyên dewleta Tirk aniye serê şoreşgeran, Kurdan, Elewî û mûxalîfan, duh li bajarê Swêd Ûppsalayê hat lidarxistin.

Çalakî li Dİbistana Vaksala ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Ûppsala ve hat organîzekirin û dokûmantera derhêner Sedat Ozguven a li ser komkujiyên dewletê di meha Kanûnê de kiriye, bi taybetî komkujiyên Mereş, Roboskî û 19'ê Kanûnê, hat nîşandan.

Di çalakiya ku bi qasî 60 kes lê amade bûn de, li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) Zeynep Coşkûn axivî. Coşkûn diyar kir ku komkujiyên mîna Mereş, Çorûm û Roboskî ji aliyê dewleta Tirk ve ji bo bêdengkirina mûxalîfan hatine kirin û bal kişand ser girîngiya hesabpirsîna ji komkujiyan.

Coşkûn diyar kir ku ji ber kujerên li Roboskî 34 ciwanên Kurd qetil kirin nehatin darizandin, li cihên mîna Pirsûs û Enqereyê komkujiyên nû hatin kirin. Coşkûn di dewama axaftina xwe de bi giranî xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê nirxand.

Coşkûn da zanîn ku dewleta Tirk li pêş çavên hemû cîhanê bi tank û topan li Sûr, Silopiya, Cizîr, Nisêbîn û Kerboranê êrîşî gelê Kurd dike û bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kir, ku li hemberî komkujiyan derkevin û piştgiriya xwe ya ji bo gelê Bakur mezintir bikin.

Seroka Federasyona Elewiyan li Swêdê Nevîn Kamîloglû jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya berxwedana bi hev re ya li hemberî komkujiyan.

...