Li Okmeydani bîranîna Roboskiyê: Bi bêdengiyê, wê qetlîam belavî her cihî bibin!
Li Stenbolê HDP-HDK’ê qetlîama Roboskiyê bi aktivîteyekê şermezar kirin. Di aktivîteyê de hat destnîşankirin kur îro li hemû herêmên Kurdistanê dewleta Tirk dest bi qetlîaman kirine, banga “Bêdeng nemînin” hat kirin.
ANF
STENBOL
duşem, 28 berfanbarê 2015, 17:36
Di pêşengtiya Rêxistinên HDP-HDK’ê yên Bajarê Senbolê de, 4. salvegera qetlîama Roboskiyê li Qehweya Şark a li pêşiya Mala Cem a Okmeydani bi meşek girseyî hat bîranîn. Di meşê de Dayîkên Aştiyê di refên pêş de cih girtin, pankarta “Qetlîama li Roboskî îro li Kurdistanê didome” û wêneyên êşa malbatan didin nîşandan hatin hilgirtin. Girse bi hev re dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Roboskiyê ji bîr neke, nede jibîrkirin” qîr kirin. Li pêşiya Qehweya Şark bi sirûda Çerxa Şoreşê ji bo hemû qetlîamên Kurdistanê û Roboskî deqeyekê rêz hate girtin. Di bîranînê de Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Stenbolê Cesîm Soylû axivî.
‘ERDOGAN JI BÎR NEKIR SPASÎ KIR!
Soylû got: “ Li hember qetlîamên weke qeder nîşanî Kurdan didin, ti car gavê paş de navêjîn. Gelê Kurd mafê xwe yê meşrû wê heta dawî biparêze.” Wiha bang li gelê Tirkiyeyê hat kirin “Bêdeng nemîne.” Em neçar in li hember van şer û qetlîaman dengê xwe bilind bikin, an jî ev qetlîam wê heta vir jî bên.”
‘QÊRÎNA AZADIYÊ BÊDENG NABE’
Li ser navê HDP-HDK’ê Sûat Çorlû daxuyanî da û wiha got: “Bila were zanîn ku bombeyên ji asîmanan li ser gelê Kurd tê barandin, wê ti carî qêrîna azadiyê nerawestîne. Heta qetlîama Roboskî û hemû qetlîamên li Kurdistanê, berpirsên wan dernekevin û li pêşiya dîrokê neyên dadgehkirin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”