HDP'ê 'bîlançoya navberê' ya qetlîamên dewletê weşand
HDP'ê bîlançoya mirovên di meha Kanûnê de ji ber pêkanînên qirkirinê yên AKP'ê hatin qetilkirin, aşkere kir.
HDP'ê bîlançoya mirovên di meha Kanûnê de ji ber pêkanînên qirkirinê yên AKP'ê hatin qetilkirin, aşkere kir.
HDP'ê bîlançoya mirovên di meha Kanûnê de ji ber pêkanînên qirkirinê yên AKP'ê hatin qetilkirin, aşkere kir. Bîlanço ji aliyê Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Parlamenterê Qesrê Ayhan Bîlgen ve bi daxuyaniyeke nivîskî hat aşkerekirin.
'DI DORPÊÇIYA DAWÎ DE 56 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN'
Bîlgen ragihand ku dorpêçiya bi navê "qedexeya derketina derve" cara ewilî di 16'ê Tebaxê de li Gimgimê ket meriyetê û niha li navçeyên Cizîr, Silopiya û Sûrê dewam dike. Bîlgen got, "Heta roja îro li 20 navçeyên 7 bajaran, li dehan taxan 56 caran derketina derve hatiye qedexekirin û vê yekê heta niha 253 rojan dewam kiriye. Li navçeyên ku qedexe bi awayekî fermî hatiye rakirin, hînê di pratîkê de dewam dike. Di dorpêçiya dawî ya li pênc navçeyan de 56 kesan jiyana xwe ji dest dan."
Di daxuyaniya Bîlgen de li ser bûyerên qetilkirina sivîlan ev agahî hatin parvekirin:
"-Li Cizîra ku 5 caran derketina derve hat qedexekirin, herî dawî qedexe di 14'ê Kanûna 2015'an de hat îlankirin. Di dorpêçiya ku 17 roj in dewam dike de, ji Tîrmeha 2015'an û vir ve 56 kesan jiyana xwe ji dest dan.
-Li Silopiya 3 caran derketina derve lê hat qedexekirin, qedexeya dawî di 14'ê Kanûna 2015'an de hat ragihandin. Di dorpêçiya 17 roj in dewam dike de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji Tîrmeha 2015'an û vir ve jî 29 kesan jiyana xwe ji dest dan.
-Li Sûrê ku 6 caran qedexe lê hat ragihandin, qedexeya dawî di 2'ê Kanûna 2015'an de hat îlankirin. Di dorpêçiya 28 roj in dewam dike de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji Tîrmeha 2015'an û vir ve bi giştî 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.
-Li Nisêbîna ku 7 caran qedexe lê hat ragihandin herî dawî di 24'ê Kanûnê de qedexe hat rakirin. Di dorpêçiya 11 rojan de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji Tîrmeha 2015'an û vir ve bi giştî 23 kesan jiyana xwe ji dest dan.
-Li Kerborana 2 caran qedexeya derketina derve hat ragihandin, herî dawî qedexe di 29'ê Kanûna 2015'and e hat ragihandin. Di dorpêçiya 19 rojan de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji Tîrmeha 2015'an û vir ve bi giştî 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Ji bilî van 5 navçeyan, li 15 navçeyên din, di dorpêçiyên heta niha de 131 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan birîndar bûn û seqet man. Bi giştî 61 zarok û 36 jinan jiyana xwe ji dest dan. Di komkujiyên li Enqere, Pirsûs û Zergelê de 141 kesan jiyana xwe ji dest dan."