BI DÎMEN

Ji endamên artêşê yên ji aliyê gerîla ve hatin girtin banga sala nû

Nûçegihanên ANF'ê xwe gihandin 8 ji personelên dewletê yên li herêmên gerîla girtî ne. Personelên dewletê ku yek jê polîs, ên din jî endamên artêşê ne, bi rêya ajansa me banga aştiyê kirin.

Di sala 2015'an de di pêvajoya şer a ji aliyê dewleta Tirk ve hat destpêkirin de, gelek endamên artêşa Tirk û polîs ji aliyê hêzên gerîla ve hatin girtin. Dewleta Tirk her çend hewl da van personelan bide jibîrkirin jî, malbatên wan bi nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl re hevdîtin kirin û xwestin çareseriyek bê dîtin. Lê belê heta niha ti hewldan nehatiye kirin.

Nûçegihanên ANF'ê xwe gihandin 8 ji personelên dewletê yên li herêmên gerîla girtî ne. Personelên dewletê ku yek jê polîs, ên din jî endamên artêşê ne, bi rêya ajansa me banga aştiyê kirin.

Li aliyê din, rayedarên HPG'ê piştrast kirin ku 2 endamên MÎT'ê jî li herêmê hatine girtin.

ADIL KAVAKLI YÊ JI OSMANIYE

Leşker Adil Kavakli yê ji Osmaniyeyê, di peyama xwe ya sala nû ya ji bo malbata xwe de got, "Ez ji Osmaniyeyê me. Ji dê, bav û hemû hezkiriyên xwe re silavan dişînim. Bila me meraq nekin û xemgîn nebin. Şukur ji Xwedê re li vir rehetim. Hêvîdarim ku di sala nû de wê aştî bê hemû cîhanê. Dixwazim hemû miletên cîhanê, hemû mirov bi biratî bi hev re bijîn. Destên dê û bavê xwe maçî dikim. Înşalleh wê rojekê aştî pêk were û karibim vegerim. Em li bendê ne ku raya giştî û dewleta me alîkariyê bide me. Em dixwazin aştî pêk were. Hêvîdarim ne bi şer, bi axaftinê re em ê li hev bikin.

ÇAWIŞÊ PISPOR Ê JI MEREŞÊ HUSEYÎN SARI

Çawişê pispor ê ji Mereşê Huseyîn Sari dema ji bo daweta xwe diçû, li navçeya Amed Liceyê ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve hat girtin. Sari wiha diaxive: "Ez ji Kahramanmaraşê me. Çawişê pispor im. Di 13'ê Tebaxê de dema ji bo daweta xwe diçûm, li ser rêya Liceyê hatim girtin. Bi qasî çar meh in dîlgirtî me. Daweta min nîvco ma. Di destpêkê de ji malbata xwe, hevser û hezkiriyên xwe re dibêjim, bila meraqan nekin, ti pirsgirêka min a tenduristiyê nîne. Dixwazim tiştekî ji hevsera xwe re bêjim; bila li benda min bimîne, înşaleh em ê daweta xwe ya nîvco mayî temam bikin. Hêvîdarim sala nû ji bo Tirkiye û tevahiya cîhanê bibe wesîleya aştî û aramiyê. Em li benda alîkariya rayedaran e."

MUSLUM ALTINTAŞ

Muslum Altintaş 1,5 meh bû leşkerî dikir: Li ser rêya Dêrsim-Erzînganê hatim girtin. Sala nû li tevahiya malbata xwe û hezkiriyên xwe pîroz dikim. Bila êdî aştî pêk were, naxwazim tiştekî din bêjim. Ez li vê derê baş im, rewşa her kesî baş e. Ez dixwazim rizgar bibim. Bila êdî aştî were. Bila rayedar dengê me bibihîze.

LEŞKER SEDAT SORGÛN

Leşker Sedat Sorgûn: Di sala 1985'an de ji dayik bûm, ji Erzîromê me. Li girtîgeha tîpa F ya Wanê wezîfedar im. Di 13'ê Tebaxê de di rê de hatim girtin, ji hingî ve li vir im. Rewşa min a tenduristiyê baş e. Ti pirsgirêke min nîne. Sala nû tê, em hêvîdar in ku wê şer bisekine û her kes di nava aştî û azadiyê de bijî.

SEDAT YABALAK

Sedat Yabalak ê zewicî ye û keçeke wî heye ji bo sala nû bal kişand ser girîngiya aştiyê û got, "Di sala 1986'an de li Anamûrê jid ayik bûm. Zewicî me, keçeke min a 20 mehî heye. Ji hemû hezkiriyên xwe re dibêjim, em baş in. Em ê li vê derê bikevin sala nû. Em dixwazin ku aştî û aramî di sala nû de bibe para welatê me û hemû cîhanê. Silavên xwe jid ê, bav, xizm û hezkiriyên me re dişînim. Bila min meraq nekin. Em baş in. Înşaleh di demeke nêz de em ê vegerin. Em sebir dikin, dixwazim hûn jî sebir bikin. Gelekî dua bikin. Ez polîs bûm. Di 28'ê Tîrmehê de li Liceyê hatim girtin, vaye 5 meh in li vir im. Li vir ti pirsgir3eka me nîne. Pirsgirêka me ya tenduristiyê nîne. Ti pirsgirêkek psîkolojîk û fîzîkî jî li me nayê kirin. Me meqa neke.

BERBAZÊ JI MELETIYÊ SEMÎH OZBEY

Berbazê ji Meletiyê Semîh Ozbey jî got, "Di 17'ê Îlona 2015'an de li Pilemûrê dîl ahtim girtin. Ji hingî ve dîlgirtî me. Bila malbata min zanibe ku rewşa min baş e. Ji vê derê sala nû li malbata xwe pîroz dikim. Hêvîdarim di sala nû de wê aştî bê tevahiya cîhanê. Ti pirsgirêka min a tenduristiyê nîne. Yên me meraq dikin, bila xemgîn nebin. Silavên xwe ji malbata xwe û hemû hezkiriyên xwe re dişînim.

SULEYMAN SÛNGÛR

Leşkerê ji Sêrtê Suleyman Sûngûr: Ji Sêrtê me, li Çewlik Gexî leşker bûm. Ji 15'ê Tebaxê û vir ve girtî me. Di vegera ji destûra cejnê de hatim girtin û 5 meh in girtî me. Em dikevin sala nû, silavên xwe ji bav, bira û malbata xwe re dişînim. Ez baş im, pirsgirêka me nîne. Hêvîdarim di sala nû de aştî pêk were. Mirov nemirin. Înşaleh di sala nû de wê di vî warî de tiştek pêk were û mirov bi awayekî aram li mala xwe rûnên.

POLÎS VEDAT KAYA

Polîs Vedat Kaya ê di dema konvoya dawetê de bû hat girtin ev peyam da: Polîs im, min destûr stendibû. Li Amedê dema di nava konvoya dawetê de bûm hatim girtin. Em dikevin sala nû. Li malbata min û tevahiya mirovan pîroz be. Înşaleh rewşa malbata min baş e. Eger hûn hemû baş bin, ez jî li vir baş im. Hevalên li vê derê bi başî nêzî me dibin. Ti pirsgirêka me nîne. Bendewariya min ew e ku aştî ji bo hemû mirovan bê. Eger mirov di nava aştiyê de bijiya, ez ne li vir bûm.

2 ENDAMÊN MÎT'Ê GIRTÎ NE

Li gorî agahiyên nûçegihanên ANF'ê wergirtî ne, 2 endamên MÎT'ê ji aliyê hêzên gerîla ve hatine girtin. Rayedarên HPG'ê yên ev agahî piştrast kirin, lê qebûl nekirin ku em hevpeyvînê bikin.

Hat ragihandin ku ev endamên MÎT'ê Mûhammed Salih Kanca yê ji Samsûnê û Aydin Kose yên ji Semsûrê ye.