Hevserokên HDP'ê: Em bi hêvî ne, berxwedêr in, bi biryar in

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, ji bo sala nû peyamek weşandin.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş di peyama ji bo sala nû de gotin, "Di sala 2016'an de em xwedî li nirxên xwe yên mirovahiyê derkevin."

Di peyamê de bal hat kişandin ser bûyerên xeternak ên di nava 6 mehên dawî yên sala 2015'an de bi taybetî jî piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê qewimîn û hat ragihandin ku derfetên siyaseta demokratîk di vê demê de tengav bûne.

'TEVÎ HER TIŞTÎ JÎ TÊKOŞÎN Û BERXWEDANÊ DEWAM KIR'

Peyama hevserokan bi vî rengî dewam kir:

"Em di nava şert û mercên ku li 3 navçeyên me qedexeya derketina derve dewam dike, bi sedan mirovên me jiyana xwe ji dest dane, 16 Hevşaredarên me, rojnamevan û bi hezaran kes girtî ne, dest bi sala 2016'an dikin. Yên ku me di sala 2015'an de winda kirin, em ê wan di dil û hişê xwe de bidin jiyîn.

Di sala 2015'an de ku şerê navxweyî li Rojhilata Navîn bi taybetî li Iraq û Sûriyeyê dewam kir de, tevî hemû neyîniyan jî li Rojava, li Şengalê, li kantonên Kobanê, Cizîr û Efrînê li hemberî barbariya DAIŞ'ê berxwedaneke dîrokî hat nîşandan û serketin bi dest hat xistin.

Tevî hemû neyîniyan jî, ji aliyê demokrasî,a azadî, aştî, edalet û wekheviyê ve me saleke bi têkoşîn û berxwedanê ya li hemberî zilm û êrîşên giran ên qesrê û desthilatdariya AKP'ê li dû xwe hiştin.

Em bi hêvî ne, berxwedêr in, bi biryar in. Ji bo nirxên însanî û têkoşîna azadî, demokrasî, wekhevî, mafên dîrokî û gerdûnî, em ê sala 2016'an bikin saleke gavên girîng bên avêtin. Ji bo hîn bêhtir demokrasî û hîn bêhtir azadî, ji bo pêşî li bêhiqûqiya bloka desthilatdariyê her roj derdixîne holê, ji bo pêşvebirina têkoşîna azadî û aştiyê, ji bo meşandina têkoşîneek xurt a alîgirê ked û wekheviyê, em dizanin ku divê em rêxistinbûyîna HDP'ê û hemû saziyên wê xurt bikin.

'DI SALA NÛ DE EM BI HEV RE TÊKOŞÎNÊ BIMEŞÎNIN'

Ji bo sala 2016 bibe saleke pêkhatina yekîtiya hêzên wekhevî, azadî, ked, aştî û demokrasiyê, ji bo bibe saleke ku daxwazên edaletê yên gelan bi cih werin, em hemû bi hev re têbikoş in.

Bi vê bîr û baweriyê em hêvîdar in ku sala 2016'an ji bo gelan, baweriyan, kedkaran, bindestan, teqawîtan, jinan û ciwanan bibe saleke bi hêvî ya ji destketiyên edaleta civakî, tenduristî û serketî."