Davûtoglû, windahiyên leşker û polîsan îtiraf kir

Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû, kuştina bi sedan leşker û polîsên di şerê li Kurdistanê didome de îtiraf kir.

Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû, kuştina bi sedan leşker û polîsên di şerê li Kurdistanê didome de îtiraf kir.

Dewleta Tirk a ku 24'ê Tirmehê li hemberî Tevgera Azadiyê şer îlankiribû, heta îro bi sedan leşker, polîs û tîmen taybet windahî da. Li gorî agahîyên HPG'ê da bû, di 5 mehên dawî de bi sedan polîs, leşker û tîmen taybet hatine kuştin. Di destpêka ‘qedexeya kolanan’ ên li bajaran de gelek tîmen taybet ji aliyê ciwanan tenê ve hatin kuştin.

‘Bİ SEDAN LEŞKER Û POLÎS ŞEHÎD BÛN’

Fermandariya Artêşa Tirk di daxuyaniyên xwe yên şerê taybet de her roj îdîa dikirin ku ‘sedan endamê PKK’ê jiyana xwe dest dane”. Serokwezîrê Tirk Davûtoglû, îro di axaftineke xwe de bê dilê xwe be jî rastî îtîraf kir. Davûtoglû yê ku rewşa wî ne aram bû wiha got: “ Em li vê herêmê senaryoya fîlmekî çênakin, Tirkiye di nava agirekî de ye. Bi sedan şehîdên me hene.”