Di cinayeta Tahîr Elçî de ti pêşketin tineye!

Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ozer da xuyakirin ku ti kesên bi navê bersûc beyana wan hatiye girtin an jî hatine binçavkirin tinene.

Baroya Amedê ji bo bîranîna serokê xwe Tahîr Elçî yê ku 28’ê Cotmehê li pêşiya Mînareya Çar Ling a li Sûrê hate qetilkirin vê hefteyê jî ber bi Qada Şêx Saîd meş li dar xistin. Parêzerên li pêşiya edliyeyê kombûn, pankarta ku wêneyê Elçî lê ya, “Em ê te ji bîr nekin” vekirin, bi dowîzên, “Tahîr Elçî Nemir e”, “Em Hemû Tahîr Elçî Ne” ve meşiyan. Di meşê de dirûşma, “Her Der Berxwedan, Her Dever Sûr” hate berzkirin.

‘DI DOSYAYÊ DE NE BEYAN HEYE NE JÎ BINÇAVKIRIN’

Parêzerên xwestin ku li pêşiya Mînareya Çar Ling a ku Elçî lê hatibû qetilkirin daxuyaniyê bidin, bi hinceta biryara qedexeyê ya Walîtiyê ve ji barîqatên polîsan ên li Qada Şêx Saîd destûr ji aliyê polîsên Tirk nehate dayîn. Li ser astengiyê Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozer daxuyanî da, diyar kir ku li Sûrê ev 33 roj in mafê jiyanê û tenduristiyê tê binpêkirin. Ozer ragihand ku ev 33 roj in di dosyaya lêpirsînê de ti kesên ku bi sifatê bersûc beyana wî hatiye girtin an jî hatiye binçavkirin tineye.

‘AKP’E PÎVANÊN NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE’

Ozer bi bîr xist ku li navçeyên navendî yên Amedê ev 33 roj in “qedexeyên kolanan” hene, wiha got: “Qedexeyên kolanan tenê di demên rewşa awarte (OHAL) de tên îlankirin. Pîvanên navneteweyî tên binpêkirin.” 

Ozer aşkera kir ku tevî li Cadeya Gazî “qedexe” hatiye rakirin jî nikarin bikevinê, xwest demildest qedexe bê rakirin.