Ji Rûsyayê ji bo “zexta li ser Kurdan” daxuyaniya duyemîn
Wezareta Karên Derve ya Rûsya bersiva Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Tirk Tanjû Bîlgîç a “Balafirên şer ên Rûs sivîlan dike hedef” û ev daxuyanî wek ‘absurt’ pênase kir.
Wezareta Karên Derve ya Rûsya bersiva Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Tirk Tanjû Bîlgîç a “Balafirên şer ên Rûs sivîlan dike hedef” û ev daxuyanî wek ‘absurt’ pênase kir.
Wezareta Karên Derve ya Rûsya bersiva Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Tirk Tanjû Bîlgîç a “Balafirên şer ên Rûs sivîlan dike hedef” wek ‘absurt’ pênase kir. Rûsya her wiha têkîldarî operasyonên dewleta Tirk ên li ser Kurdan daxuyanî da, dûbare kir ku hikûmeta Tirk li ser Kurdan zextê pêk tîne.
Wezareta Karên Derve yên Rûsya di daxuyaniya xwe ya nivîskî de destnîşan kir ku daxuyaniyan Enqereyê yên li dijî Rûsya, bertekên li dijî kifşkirina belgeyên tîcareta petrola di navbera Tirkiye û DAIŞ’ê de ye.
Di daxuyaniyê de heman demê de operasyonên Tirkan ên li ser Kurdistanê jî hatin rexnekirin, têkîldarî daxuyaniyên dewleta Tirk ên wek “Rûsya êrîşên sivîlan dike hedef pêk tîne” wek hîkayeyên sansasyonel nirxand, xwest ku Divê rayedarên Tirk rêzê bide mafên mirovan û azadiya çapemeniyê, li welatê xwe hewl bide pirsgirêkên rast çareser bike.
Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdan hat bibîrxistin, wiha hat gotin: “Polîtîkaya zextê ya hikûmeta Tirk li ser Kurdan pêk tîne ne sir e. Ev polîtîkayan wê bibe sedema ku gelek sivîl tev jin û zarokan jiyana xwe ji dest bidin.”
Di daxuyaniya duh ji aliyê Wezareta Karên Derve yê Rûsya hatibû dayin de nerehetiyên xwe yên ji ber operasyonên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê anîbû ziman.