Ûlûsoy: Xwerêveberî rêya ber bi demokrasiyê ye

Seroka Giştî ya ESP'ê Sûltan Ûlûsoy destnîşan kri ku berxwedana xwerêveberiyê, berxwedana li dijî dîktatoriya AKP'ê û darbeya Qesrê ye û got, "Eger karker û kedkarên li rojavayê welêt vê rastiyê nebînin, ew ê bi xurtî têk biçin."

Seroka Giştî ya ESP'ê Sûltan Ûlûsoy destnîşan kri ku berxwedana xwerêveberiyê, berxwedana li dijî dîktatoriya AKP'ê û darbeya Qesrê ye û got, "Eger karker û kedkarên li rojavayê welêt vê rastiyê nebînin, ew ê bi xurtî têk biçin."

Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ji bo berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Kurd ji gelên li rojava re vebêje, dest bi xebateke siyasî kir. Ev xebat wê bi rêbaza kampanyayê, mehekê bidome. Seroka Giştî ya ESP'ê Sûltan Ûlûsoy li ser kampanyayê û berxwedana xwerêveberiyê ji ANF'ê re axivî.

Li ser deklarasyona di encama kongreya awarte ya KCD'ê de hat weşandin, Ûlûsoy got, "Deklarasyon formulekirina berxwedana xwerêveberiyê ye ku demeke dirêj e ji aliyê gele KUrd ve tê meşandin. Ji bo rojava jî mînakek pêşketî ya demokrasiya yekser e. Lewma işaret bi rêya pêşvebirina demorkasiyê dike."

Ûlûsoy da xuyakirin, ku karker û kedkarên li rojvayê welêt, divê hurmetê nîşanî vîn û şêweyê xwerêvebirinê yê gelê Kurd bidin û got, "Pêwîste bê dîtin ku bi berxwedana xwerêveberiyê re di heman demê de têkoşîna demokrasiyê ya li rojava jî tê parastin. Berxwedana li Cizîr, Silopiya, Kerboran an jî Nisêbînê di heman demê de têkoşînek ji bo jiyaneke demokratîk a karker û jinên li rojavayê welêt e. Eger karker û kedkarên li rojavayê welêt vê rastiyê nebînin, ew ê bi xurtî têk biçin."

'DEKLARASYON JI BO TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ XWEDÎ ROLEKE GIRÎNG E'

Seroka Giştî ya ESP'ê Sûltan Ûlûsoy diyar kir ku ew îlana xwerêveberiyê ya gelê Kurd silav dikin û got, "Bêguman wê gelê Kurd bi xwe biryarê bide bê dixwaze xwe çawa bi rê ve bibe. Em îlana xwerêveberiyê jî bi vî rengî dibînin. Her wiha weke modeleke demokrasiya pêşverû dibînin."

Ûlûsoy ragihand ku deklarasyona KCD'ê di heman demê de nîşanî karker û kedkarên li Tirkiyeyê dide ku di têkoşîna demokrasiyê de di kîjan rê de bimeşin û ev xal destnîşan kir: "Eger karker û kedkarên li rojava vê karibin bibînin an jî em weke partiyên sosyalîst şoreşger vê yekê baş ji girseyên li rojava re vebêjin, ev deklarasyon ji bo meşandina têkoşîna demokrasiyê wê roleke gelekî girîng bilîze."

'EM LI PIŞT XENDEKAN E'

Ûlûsoy da zanîn ku weke welatparêzên siyasî wan di nava berxwedana xwerêveberiyê de cih girtine û got, "Me ji xwe re weke berpirsyarî dît ku li gorî hêza xwe vê berxwedanê mezin bikin. Li her devera Kurdistanê me di nava berxwedanê de cih girt û mezinkirina têkoşînê esas girt. Bêguman em niha di asta bilindkirina têkoşînê de ne. Eger zilm li Kurdistanê gihaştibe vê astê, wê demê xendek jî di nav de her rêbazên parastinê maf e, rewa ye. Em heta dawiyê vê diparêzin. Dewlet ji xwe bi dijminane helwestê li hemberî xendekan nîşan dide. Lê belê hin hêzên ku xwe weke dost nîşan didin, hem ji aliyekî ve komkujiyan lenet dikin hem jî li aliyê din dibêjin 'lê çima xendek'. Ev yek nîşan dide ku helwesta wan ne ji dil e. Eger hûn bi rastî jî komkujiyan lenet dikin, bi rastî jî li hemberî qirkirina li Kurdistanê derdikevin, wê demê hûn mecbûr in yek ji rêbazên xweparastinê yê gelekî xwezayî û rewa bibînin. Eger hûn xwezayî û rewa nabîni, wê demê hûn li pêşberî komkujiyê û zordariyê, polîtîkaya teslîmiyetê ferz dikin."

KAMPANYA VEGOTINA XWERÊVEBERIYÊ

Seroka Giştî ya ESP'ê Sûltan Ûlûsoy li ser kampanya partiya xwe ya li rojavayê welêt ev agahî da:

"Aliyê 'Komkujiyan rawestîne' wê di kampanyayê de derkeve pêş. Me ev kampanya beriya kongreya KCD'ê diyar kiribûn. Tevî vegotina terora dewletê û rewşa awarte, bi kampanyayê re her wiha wê girîngiya hevdîtina bi Birêz Ocalan re di çarçoveya Mutabakata Dolmabahçeyê de û pêwîstiya terikandina helwesta dijminane ya li şoreşa Rojava bê vegotin. Ji bo vegotina xwerêveberiyê wê belavok werin belavkirin, afîş bên daliqandin, beşdarî li bernameyên radyo/tv, panel û hevpeyvînan bê kirin. Bi taybetî wê li kolanan çalakî bên lidarxistin."