BI DÎMEN

TAYD-DER: Di sala 2015'an de polîtîkaya li girtîgehan li hemberî civakê hat meşandin

Hevserokê TAYD-DER'ê Karbadag da xuyakirin, ku sala 2015'an ji bo girtiyên nexweş û ji aliyê girtîgehan ve ne saleke serketî bû û got, "Polîtîkayên li girtîgehan êdî li hember tevahiya welêt tên meşandin. Saleke dirêj û bi têkoşîn li benda me ye."

Hevserokê TAYD-DER'ê Mûsa Karbadag da xuyakirin, ku sala 2015'an ji bo girtiyên nexweş û ji aliyê girtîgehan ve ne saleke serketî bû û got, "Polîtîkayên li girtîgehan êdî li hember tevahiya welêt tên meşandin. Saleke dirêj û bi têkoşîn li benda me ye."

Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), 242 jê giran 653 girtî û hikumxwarên nexweş hene. Pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyan û şert û mercên nebaş ên tedawiyê yên li nexweşxaneyê, weke pirsgirêkek girîng di sala 2015'an de dewam kir.

Hevserokê Komeleya Alîkariya ji bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TAYD-DER) Mûsa Karbadag di sala 2015'an de rewşa giştî ya li girtîgehan ji ANF'ê re nirxand.

'MAFÊN MIROVAN LI BIN PIYAN E'

Karbadag da xuyakirin ku rastiya girtîgehan û girtiyên nexweş, di sala 2015'an de ji bûyer û qewimînên li welêt ne cuda ne û anî ziman ku bi muzakereyê re ew li benda guhertina rewşeke siyasî ya demokratîk bû, lê belê ji ber polîtîkayên hikûmetê welat bi temamî veguherî nîv girtîgeheke servekirî.

Karbadag diyar kir ku bûyerên li welêt qewimîn gelekî zêde bandor li girtîgehan kir û got, "Dema mirov rastiya li girtîgehan binirxînin wê were dîtin ku binpêkirina mafên mirovan li gorî par, gelekî zêde bûye. Bûye saleke ku mafên mirovan ê gerdûnî li ti cihî nehatiye naskirin û hatiye binpêkirin. Girtîgeh veguherîne qadên mirinê. Em bi rastiya girtîgeh û desthilatdariyeke welê re rû bi rû ne ku girtiyên nexweş serbest berdane, şert û mercên ragirtinê baş nake û li gorî paketên dadgeriyê yên xwe tevnagere. Ev yek rewşeke bê qebûlkirin nîne."

'HER SAL HÎN BÊHTIR DARBEST'

Karbadag ragihand ku girtîgeh ji bo girtiyên nexweş veguherîne 'goristanan' û got, "Her sal rêjeya mirinên li girtîgehan zêde dibe. Ev yek di statîstîkan û çavdêriyên wan de tê dîtin. Sîstema heyî ya bicihanîna ceza, veguheriye pêvajoyeke mirinê. Tevî ku bi raporên nexweşxaneyên girîng hatibe piştastkirin jî, hikum heye ku girtiyên nexweş li derve neyên dermankirin. Di mewzûatê de hikum heye ku înfaz bê taloqkirin, lê belê me kir nekir, nikarîbû vê bidin bicihanîn."

'SAZIYA TIPA EDLÎ BI AWAYEKÎ ÎDEOLOJÎK TEVDIGERE'

Karbadag da xuyakirin ku Saziya Tipa Edlî bi awayekî polîtîk nêzî girtiyên nexweş dibe û desttnîşan kir ku ev sazî di rewşa heyî de veguheriye saziya dadgeriyê ya desthilatdariyê. Karbadag got, "Tevî gelek girtiyên nexweş xwedî raporan e, ji ber ku Saziya Tipa Edlî veguheriye amûreke siyasî, ev rapor ji nedîtî ve hatine."

'DI SALA 2015'AN DE JÎ DARBEST JI GIRTÎGEHAN DERKETIN'

Karbadag bibîr xist ku di sala 2015'an de li girtîgehan gelek girtiyan jiyana xwe ji dest dan û got, "Ji ber ku mafê xwe yê tenduristiyê hat astengkirin; Gulîg Sevîgen, Alî Alp û Yaşar Dere Ege li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Tevî hemû nerazîbûnên me yên demokratîk jî nehiştin ku girtî xwe bigihînin mafê tedawiyê. Em bi pêkanîneke ku mirinê ferz dike re rû bi rû ne. Sîstem rûyê xwe yê gemarî li vê derê nîşan dide."

'SERHILDANA GEL ŞERT E'

Karbadag destnîşan kir ku li hemberî van pêkanînên desthilatdariyê, rabûna ser piyan a wijdanê civakî şert e û got, "Ji bo rêxistinbûyîneke civakî, tespîta pirsgirêkê gelekî girîng e. Ji ber ku ya gazin jê tê kirin bi xwe nexweş e, divê qanûnên heyî werin guhertin. Bi pêvajoya çareseriyê re me hewl dan pêk bînin, lê em bi ser neketin. Helwesta herî rasteqîn, guhertina sîstemê ye. Êdî mecbûriyeteke ku sîstema înfaza ceza bê nirxandin. Di sala pêş de em ê di vî warî de bixebitin."

Karbadag da zanîn ku hikûmeta AKP'ê di nava vê salê de gelek girtîgeh bi awayekî veşartî çê kir û diyar kir ku li navçeya Îzmîr Menemenê, girtîgeheke nû hatiye çêkirin.