Ji parêzerên Komkujiya Enqereyê Karakoç diyar kir, ji ber biryara nepenîtiyê ya hînê dewam dike ew nikarin xwe bigihînin dosyayê û anî ziman, ku malbatên şehîd û birîndarên komkujiya Enqereyê, 'tazmînata terorê' ya Wezareta Karên Hundir red kirine.
Di ser komkujiya li Enqereyê re, ku 102 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes birîndar bûn, nêzî 4 meh derbas bûn. Ji ber biryara nepenîtiyê, raya giştî nikare dosyayê bişopîne. Di nava van çar mehan de malbatên şehîd û birîndaran komele ji xwe re avakirin û niha jî komîsyonek damezrandin.
Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê, bi armanca şopandina pêvajoya darizandinê komîsyonek ava kirin. Endamê Hiqûqnasên ji bo Aştiyê parêzer Ozcan Karakoç, rêveçûna dozê ji ANF'ê re nirxand.
Ozcan Karakoç da xuyakirin, ku biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê hînê dewam dike û ew nikarin xwe bigihînin ti belge û agahiyan. Karakoç da zanîn, ku lêpirsîna Komkujiya Enqereyê ketiye rewşeke polîtîk û got, "Divê mirov weke lêpirsîneke ceza nenirxînin. Heman piştî teqînê dozgeriyê biryara nepenîtiyê da. Ti tişt nehat parvekirin. Dema me delîlên li cihê bûyerê dîtin birin ji wan re, nexwestin wan jî ji destê me bigirin. Di heman demê de ji rayedarên hikûmetê re jî belge hatin dayîn. Hin rojnameyên nêzî hikûmetê, belgeyên li ser dosyayê parve kiribûn. Xuya ye ev astengiya xwegihandina agahiyan, bi tenê li hemberî me hatiye dayîn. Ji bilî me, her kes dikare xwe bigihîne agahî û belgeyan. Di rewşa niha de weke dozeke siyasî tê dîtin."
'KIRYARÊ ESASÎ MÎT E'
Karakoç diyar kir, yên di çarçoveya dosyayê de hatine girtin têra ronîkirina bûyerê nakin û got, "Ti agahiya me nîne bê di dosyayê de çi dikin. Di dosyayên bi vî rengî de hin kes tên girtin û piştÎ demekê bi gotina 'têkiliya pê re qut bûye' tên berdan. Dema dosyayê tê dirêjkirin, heta dem di ser re derbas bibe. Di vê navberê de kiryarê esasî MÎT e. Dewlet mecbûr e welatiyên xwe biparêze. Rayedarên dewlet û hikûmetê, li vê derê bi tenê li qetilkirina welatiyên xwe temaşe kirine."
'TAZMÎNATA TERORÊ HAT REDKIRIN'
Parêzer Karakoç anî ziman, ku ji bo mirovên birîndar bûne û yên di komkujiyê de jiyan xwe ji dest dane wan bi awayekî komî serî li Wezareta Karên Hundir dane û got, "Wezaretê, ev serlêdan di çarçoveya 'tazmînata terorê' de nirxand û ji Walîtiyê re aşnd. Me di vê mijarê de ji wezaretê re ev gotibûn; 'Ti ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar, naxwazin tazmînatê bigirin', ji ber ku bûyer êrîşeke terorê nîne. Tazmînata terorê bi xwe re 'helalkirinê' tîne. Bi vî rengî dewlet dixwaze qisûra xwe ji holê rake. Li gorî me di vê bûyerê de dewlet berpirsyar e. Dewlet bi dayîna pere re nikare qisûra xwe ji holê rake. Rayedarên dewletê berpirsyar in, divê ev berpirsyar bên tespîtkirin û di ser vê re tazmînat were dayîn. Di vê dozê de hînê encam derneketiye holê."