Li Awûstralyayê çalakiyên ji bo Cizîrê: Kujer AKP

Li bajarên Sîdney û Meboûrne yên Awûstralyayê, komkujiya AKP'ê li Cizîrê kir, hat şermezarkirin.

Kurdistaniyên li bajarê Awûstralya Sîdneyê dijîn, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Cizîrê li Central Stationsê li hev civiyan.

Kurdistanî ji vê derê ber bi Meydana Town Hall, ku li kolana herî qelebalix a bajêr e meşiyan û li ser komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, belavok belav kirin. Di dema çalakiyê de dirûşmên "Terorîst Tirkiye", "Kujer Erdogan" hatin qîrîn.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Brûsk Aeîverî di dema çalakiyê de daxuyaniyek da. Berdevkê rojnameya Green Left Wekly jî di axaftina xwe ya li vir de got, "Em komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kiriye şermezar dikin. Cîhan çima bêdeng e?"

MELBOÛRNE

Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê jî komkujiya AKP'ê li Cizîrê kir, hat protestokirin. Bi sedan Kurd, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk li hev civiyan û bi qîrîna dirûşmên "Kujer AKP", "Kujer Erdogan" û "Kujer TC" meşiyan. Jamîe Wîllîams ê ku xwest beşdar nava refên YPG’ê bibe û li balafirgehê hate binçavkirin û der barê wî de doz hatibû vekirin, her wiha Ashley Dyball ê demekê di nava refên YPG'ê de mabû, beşdarî meşê bûn.

Meş bi banga beşdarbûna mîtînga "Ji bo Ocalan azadî û ji bo Kurdistan statu" ya roja Pênçşemê li Canberrayê, bi dawî bû.

...