Partiya Komunîst a Afrîkaya Başûr li ser komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir daxuyaniek weşand û got, "Em destekê didin banga KCK'ê ya ji bo pêkanîna li dijî rejîma Tirkiyeyê ya kujer û darizandina lîderên Tirkiyeyê yên ji komkujiyê berpirsyar ji ber sûcên şer ên li dijî mirovahiyê."
Partiya Komunîst a Afrîkaya Başûr, der barê komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Em şerê dewleta Tirk ê bi çekên kîmyewî li dijî gelê Kurd dimeşîne şermezar dikin. Em piştgiriya şoreşgerî didin gelê Kurd."
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku Tirkiye komkujiyeke bi rêk û pêk li Cizîrê dike, bombe li ser bi hezaran mirovan tên barandin, li nava kolanan mirov tên qetilkirin û hat gotin, "Dewleta Tirk herî dawî bombe li du avahiyên mirovên birîndar xwe li girtibûn barand û hemû mirovên li vê derê qetil kir.
Herî kêm 60 mirov bi barbarî hatin qetilkirin, yên din jî ji ber bandora çekên kîmyewî, ji aliyê fîzîkî ve hatin tinekirin û tiştekî ku bi rûmetî bê defnkirin nehatiye hiştin. Medya dewleta Tirk (TRT Haber) ev rewş weke 'serketinê' kir nûçe. Ev karekî barbarî ye. Weke Partiya Komunîst a Afrîkaya Başûr (SACP) bang li tevahiya hêzên demokrasî û aştîxwaz ên li cîhanê dikin, ku bi xurtî li hemberî rejÎma Tirkiyeyê derkevin. Em destekê didin banga KCK'ê ya ji bo pêkanîna li dijî rejîma Tirkiyeyê ya kujer û darizandina lîderên Tirkiyeyê yên ji komkujiyê berpirsyar ji ber sûcên şer ên li dijî mirovahiyê."