AvEG-Kon: Em dakevin kolanan; piştgiriyê bidin gelê Kurd
AvEG-Kon, nerazîbûneke tund nîşanî komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin da û got, "Dem ew dem e em dakevin kolanan, dengê xwe bikin yek û li dijî faşîzmê bi hev re tevbigerin."
AvEG-Kon, nerazîbûneke tund nîşanî komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin da û got, "Dem ew dem e em dakevin kolanan, dengê xwe bikin yek û li dijî faşîzmê bi hev re tevbigerin."
Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) der barê komkujiyên AKP li Cizîrê û Kurdistanê dike de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê hat ragihandin, ku rejîma faşîst a Tirk a rêbazên DAIŞ'e bi kar tîne, bi dehan mirovên sivîl ên birîndar qetil kir û bi vî rengî komkujiyeke din li dîroka xwe nivîsand.
AvEG-Konê got, "Kî ji xwe re dibêje ez mirov im, nikare li hemberî vê komkujî û wehşetê bêdeng bimîne. Eger em bi tenê li vê komkujiyê temaşe dikin, hingî em jî hevparê vî sûcî ne. Dem ew dem e em dakevin kolanan, dengê xwe bikin yek û li dijî faşîzmê bi hev re tevbigerin."
Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê bang li gel û tevahiya raya giştî ya demokratîk a pêşverû kir, ku piştgiriyê bidin gelê Kurd û qetlîamkeran lenet bikin.