Ala: Eger em pêwîstiyê pê bibînin em ê qeyûm li şaredariyan bi cih bikin

Wezîrê Karên Hundir Ala, der barê bicihkirina qeyûm li şaredariyên DBP'yî de got, "Her tişt dema xwe heye. Em pêwîstiyê pê bibînin, em ê wê bikin."

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Efkan Ala, hefteya derbasî di serdana xwe ya li Wanê de bi hêzên ewlekariyê yên dewletê û rayedaren AKP'yî re hevdîtin kir. Hat ragihandin, ku di hevdîtinê de AKP'yiyan ji Ala xwestine qeyûm li şaredariyan bi cih bike û Ala jî ji bo vê daxwazê gotiye, "Her tişt dema xwe heye. Em pêwîstiyê pê bibînin, em ê wê bikin."

RÊVEBERÊN AKP'YÎ XWESTIN KOMKUJÎ BÊ DEWAMKIRIN

AKP'yiyan ji Ala xwestin, operasyon bêhtir bê şidandin. Ala jî îdîa kir ku operasyon gelekî serketî dimeşe û wê heta dawiyê bimeşînin.

QEYÛM

Daxwazeke din a AKP'yiyan jî, bicihkirina qeyûm li 13 Şaredariyên Wanê yên AKP'yî bû. Di serî de Serokê AKP'ê yê Bajêr Zahîr Soganda hemû AKP'yiyên tevlî civînê bûn ev daxwaz kirin û Ala jî got, "Her tişt dema xwe heye. Em pêwîstiyê pê bibînin, em ê wê bikin."

QETLÎEMKAR TEŞWÎQ KIR

Ala piştî civîna bi AKP'yiyan re, vê carê bi hêzên ewlekariyê yên dewleta Tirk re rûnişt û li vê derê jî îdîa kir ku di dema dawî de li Wanê 'operasyonên serketî' tên meşandin û endamên Rêxistina Emniyetê pîroz kir.

'Operasyona serketî' ku Ala bi taybetî destnîşan kir, înfazkirina 12 kesan li Wanê anî bîra mirovan. 

Tê payîn Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû di hefteya pêş de bê Wanê. Tê texmînkirin ku di rojeva Davûtoglû de jî qeyûm û operasyon hebin.