Hêrsa Kurdên li Ewropa li hember AKP’ê her ku diçe bilind dibe
Kurdistaniyên li Ewropa dijîn, çalakiyên protestokirina qetlîamên li Cizîrê didomînin.
Kurdistaniyên li Ewropa dijîn, çalakiyên protestokirina qetlîamên li Cizîrê didomînin.
Kurdistaniyên li Ewropa dijîn, çalakiyên protestokirina qetlîamên li Cizîrê didomînin.
DRESDEN
Li bajarê Dresden ê Almanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dresden bi çalakiyekê qetlîama dewleta Tirk a li Cizîrê protesto kir. Kurdistaniyên li Dersden û derdorî wê dijîn û dostên wan ên Elman beşdarî çalakiya ku saetên danê sibehê hat lidarxistin bûn. Girseya ku li pêşiya avahiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk kom bûn, ber bi avahiya şaredariyê û Parlementoya Eyaletê ve meşiyan. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Qatil Erdogan, Hevkar Merkel” qîr kirin.
NURNBERG
Li bajarê Nurnberg ê Elmanya, Kurd û dostên wan li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk çalakî li dar xistin. Mala Gel a Medya, Komeleya Çandê ya Kurd, Komeleya Çandê ya Dîalog a girêdayî ATÎK’ê, Karwane, Lînke Lîste û endamên Navenda Elewiyan beşdarî çalakiyê bûn û bi Kurdî, Tirkî û Elmanî axaftin hatin kirin. Berdevkê Karwane Markûs Schuher axivî, diyar kir ku li hember polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a ku Serokê Elmanya Markel piştgirî dike, divê li hember qetlîamên li Cizîrê yên ku 60 sivîl hatin qetilkirin bêdeng nemînin. Anî ziman ku divê Elmanya piştgiriya xwe ya ji bo dewleta AKP’ê bi dawî bike.
HANNOVER
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê Kurdistanî ji saetên şevê ve li Gara Tren a Hannoverê çalakî li dar xistin. Çalakiya ku bertekên li dijî qetlîamên AKP’ê geş bûn, nêzî saetekê berdewam kir. Girseya ku rastî destwerdana polîsan hatin, çalakiya xwe li pêşiya avahiya HBF’ê berdewam kir. Çalakî didomin.
INNSBRÛCK
Kurdên li Innsbrûck ê Elmanyayê dijîn meşek li dar xistin. Girseyê saetên sibehê Navenda Stasyonê dagir kirin, di saetên şevê de jî meşek li dar xistin. Meşa ku ji Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Innsbrûck destpê kir heta Peykerê Annasaûle ya navenda bajar berdewam kir.
Di tevahiya rojê de dirûşmên “Terorîst Tirkiye”, “Qatîl Erdogan” û “Bjiî berxwedana Cizîrê” qîr kirin.
BRUKSEL
Li paytext Bruksel a Belçîkayê Kurdistanî û dostên wan balafirxane dagir kirin. Piştre li pêşiya avahiya Konseya Ewropa kom bûn, çalakî li dar xistin.
Rêxistinên Koçberên Kurd, Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), MLKP û Elewî li pêşiya avahiya Konseya Ewropa kom bûn, oparasyonên qirkirinê yên dewleta Tirk ê li ser Kurdistanê şermezar kirin. Çalakvanan diyar kirin ku “Wê hesabê Cizîrê bê xwestin”, bang li dewleta Tirk kirin ku ji Kurdistanê derkeve.
Piştî axaftinên şermezarkirinê girse bi dirûşman ber bi Sefaretxaneya Tirk ve meşiyan.
Di çalakiyê de dirûşmên “ Dewleta qatil wê hesab bide”, “Şehîd namirin”, “ Bijî berxwedana Cizîrê”, “Wê Cizîr ji faşizmê re bibe goristan”, “Qatil Erdogan” û “Qatil TC” qîr kirin, li pêşiya avahiya sefaretxaneyê daxuyaniyek hat dayîn û wiha hat gotin: “Bêdengî mirinê bi xwe re tîne, li hember qetlîaman bêdeng nemînin. Ji ber ku bêdengî, dibe hevkariya mirinan. Li her cihên ku lê dijîn vegerînin çeperên berxwedanê, beşdarî çalakiyan bibin.”
STOCKHOLM
Li paytext Stockholm a Swêdê Kurdistaniyên ji bo protestokirina qetlîamên li Cizîrê daketin qadan balafirxane dagir kirin. Çalakî didomin.