Meşa dirêj a li Berlînê destpê kir

Meşa dirêj a ji paytexta eyaleta Brandenbûrg Potsdamê heta paytexta Elmanya Berlînê, ku wê du rojan dewam bike, destpê kir.

Meşvan ji bo meşa dirêj a bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu", danê sibehê saet di 10:00 de li Haûptbahnhof a Potsdamê li hev civiyan. Çalakgeran bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dowîzan dest bi meşê kirin. Rawestgeha destpêkê ya meşvanan Parlamenta Eyaleta Brandenbûrg bû. Li vê derê, dosyayek li ser tecrîda li ser Ocalan û komkujiyên li Kurdistanê radestî rayedarên parlamentê hat kirin. Ji Komîsyona Daxwaznameyan Manfred Korte kom pêşwazî kir.

RAWESTGEHA SIBE PARLAMENTA BERLÎNÊ YE

Meşvanan piştre berê xwe dan Berlînê. Meşvan wê sibe dosyayekê radestî rayedarên Parlamenta Berlînê bikin. Di çalakiyê de berxwedana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê hat silavkirin.

...