Komkujiya li Cizîrê li gelek navendan hat şermezarkirin

Komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir, di serî de li Ewropayê li her devera Kurd lê dijîn bi çalakiyên girseyî tê protestokirin.

Komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir, di serî de li Ewropayê li her devera Kurd lê dijîn bi çalakiyên girseyî tê protestokirin.

MARSÎLYA

Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk li bajarê Fransa Marsîlyayê meşek hat lidarxistin. Gireya gel a danê nîvro li Meydana Canebîere li hev civiya, heta Parlamenta Ewropayê meşiya. Heyetek ku Fransayî jî di nav de hebûn, dosyayek li ser mijarê radestî rayedarên Parlamenta Ewropayê kirin. Di dema hevdîtinê de girseya gel jî çalakiya rûniştinê pêk anî.

Nûnerê FUAF ê Başûrê Fransayê Alî Riza Akyol di dema çalakiya rûniştinê de axivî û anî ziman, ol, bawerî, mezheb, nîjad çi dibe bila bibe divê gel hemû di xeteke hevpar de têbikoşin.

Ji Meclîsa Gel a Marsîlyayê Kemal Guler jî ragihand, ku her mirovên li Cizîrê hatine qetilkirin parçeyek ji vê civakê ye û ew êşa wan di dilê xwe de hîs dikin.

Piştre belavokek bi zimanê Fransî hat xwendin û hat destnîşankirin, ku li dijî polîtîkayên qirkirinê û komkujiyan, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

RENNES

Li bajarê Fransa Rennesê, girseya gel a li ber Parlamenta Brotonyayê li hev civiya. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna mirovên li Cizîrê hatin qetilkirin, 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Piştî daxuyaniya Însiyatîfa Gel jin û ciwan ketin hundirê Parlamenta Brotonyayê û çalakiya dagirkirinê pêk anîn. Çalakî bi beşdariya sê sed kesî pêk hat û du saetan dewam kir. Bi rayedarên parlamentê re hevdîtin hat kirin û dosyayek ji bo pêşkêşî Serokwezaretiya Fransayê bê kirin, hat teslîmkirin.

Girseya gel piştre ber bi Walîtiya Rennesê ve meşiya. Li vê derê jî heyetek ji 3 kesan bi alîkarê Walî re hevdîtin kir û dosyayek pêşkêş kir. Çalakgeran dûre li Meydana Şaredariyê mîtîngek lidar xist.

CALGARY

Kurditaniyên li bajarê Kanada Calgary dijîn, komkujiya dewleta AKP'ê li Cizîrê kir, protesto kirin. Çalakiya Kurdistaniyan li ber avahiya Şaredariyê pêk hat.

JI MERKEL RE NAME HAT ŞANDIN

Kurdistaniyên li bajarên Elmanya Freîbûrg, Munchen, Eslîngen, Heîlbronn, Pfhorzheîm, Ûlm û Stûttgartê dijîn, ji bo balê bikişînin ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike û polîtîkayên hikûmeta Elman ên destekê didin dewleta Tirk şermezar bikin, ji Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel re name şandin. Nameyên ji aliyê jinan ve hatin amadekirin, bi awayekî komî hatin şandin.

BERLÎN

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Elmanya Berlînê dijîn bi şev û roj li ser piyan e. Bi armanca şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, li Berlînê meş û mîtîng hatin lidarxistin. Piştî ku komkujî hat bihîstin, Kurdistanî û dostên wan bi şev li Brandenbûrger Tor li hev civiyan û lenet li komkujiyê anîn.

Piştî vê çalakiya heta danê sibehê dewam kir, girseya gel saet di 15:00 de jî li Brandenbûrger Tor li hev civiya û meşiya. Saziyên Kurd, ATÎK, DÎDF û şoreşgerên Elman destek dan vê meşê. Di axaftinên li meşê de komkujî û dorpêçiya ji aliyê dewleta Tirk ve li Kurdistanê tê kirin hat lenetkirin û Yekîtiya Ewropa û Elmanya ji ber bêdengiya xwe li pêşberî van komkujiyan hatin şermezarkirin.

Meşa ku di ber avahiya Serokwezaretiyê re derbas bû, bi mîtînga li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirk a li Berlînê bi dawî bû.

GOTEBORG

Kurdistaniyên li bajarê Swêd Goteborgê dijîn, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Cizîrê li gelek cihên bajêr çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Çalakiya rûniştinê ya li navenda bazarê Femman bi qasî saetekê dewam kir. Girseya gel ji vê derê çû gara trenê û çalakiya xwe ya rûniştinê li vir dewam kir.

Kurdistaniyan piştre li pêşiya pira mezin a li Goteborgê çalakî pêk anîn û dûre li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd lih ev civiyan, rewşa dawî ya li Kurdistanê nîqaş kir û çalakiyên lidar bixin plan kirin.

...