Li Zurîhê di dagirkirina sefaretxaneyê de 6 kes hatin binçavkirin, çalakî hê didome
Li Zurihê koma ku xwest Sefaretxaneya Tirk dagir bikin rastî êrîşa polîsan hatin, 6 kes hatin binçavkirin.

Kurdistaniyên bi armanca protestokirina qetlîamên li Cizîrê xwestin Sefaretxaneya Tirk dagir bikin rastî êrîşa polîsan hatin.
Kurdistaniyên ji saetên danê nîvroyê ve li pêşiya avahiya sefaretxaneyê kom bûn, ala KCK’ê bi avahiya Sefaretxaneyê ve daliqandin û dirûşmên lenetê li dewleta Tirk dibarînin qîr kirin.
Polîsan bi gazê êrîşî çalakvanan kir, di aloziya de 6 kes hatin binçavkirin. Bendewariya girseyê ya li pêşiya avahiya sefaretxaneyê didome.
Her ku diçe jimara girseyê ya li pêşiya avahiyê zêde dibe, polîsan ji bo rê nedin bikevin avahiyê çalakvan kirine 3 parçe.
Çalakvanên li hember helwesta polîsan bertek nîşan dan, diyar kirin ku heta hevalên wan neyên berdan wê çalakiyê bidomînin.
Bendewariya bi hêrs ya çalakvanan ya li pêşiya avahiya sefaretxaneya hê jî didome, polîsan derdora sefaretxane dorpêç kiriye.