'Bi destekkirina xwerêveberiyê re em bersivê bidin komkujiyê'
Partiya Azadiyan a Mezopotamyayê, li ser komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir, daxuyaniyek da.
Partiya Azadiyan a Mezopotamyayê, li ser komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir, daxuyaniyek da.
Partiya Azadiyan a Mezopotamyayê, li ser komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya nivîskî de li ser navê gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî, komkujiya barbarî ya dewleta Tirk li Cizîrê kir, hat şemrezarkrin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku komkujiya li Cizîrê hatiye kirin nîşan dide AKP bêçare ye, îflas kiriye û got, "Qirkirin, komkujî û tehcîra li hemberî civakan, nîşaneyan tirs, têkçûn û windakirinê ye. Di herikîna dîrokê de gelên berxwedêr her tim bi ser ketine. Gelê Kurd, hemû gel û hêzên demokrasiyê wê bi hev re li ber xwe bidin û pegala mêtîngeriyê ya dewleta Tirk a ji sala 1915'an û vir ve didome, têk bibin."
BANGA LI GELAN Û RAYA GIŞTÎ YA CÎHANÊ
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê da zanîn, ku divê hemû gel û hêzên demokrasiyê destekê bidin xwerêveberiyê û got, "Em bang li her kesî dikin ku li dijî mêtîngeriya dewleta Tirk, li hemberî faşîzma Erdogan a Îslamê û zîhniyeta wî ya qirkirinê, bisekinin. Em bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku çawa nerazîbûn nîşanî çeteyên DAIŞ'ê yên pişta xwe dispêrin Erdogan dan, heman nerazîbûnê îro li hemberî dewleta Tirk a li Cizîrê komkujî kiriye, nîşan bide."