Li avahiyên rojname û televîzyonan çalakiyên ji bo Cizîrê
Komkujiya AKP'ê li Cizîrê kir, bi çalakiyan tê şermezarkirin. Li Fransa û Elmanyayê bang li parlament, rayedarên televîzyon û rojnameyan hat kirin, ku li hemberî komkujiyan bêdeng nemînin.

NÎCE
Li başûrê Fransa bajarê Nîce, komkujiya AKP'ê li Cizîrê kir hat şermezarkirin. Ciwanên Kurd ên li vî bajarî dijîn, avahiya televîzyonê ya France3 dagir kirin. Ciwanan dosyayek li ser komkujiyan radestî rayedarên televîzyonê kirin.
KÎEL
Li bajarê Elmanya Kîelê, Kurdên li ber Parlamenta Eyaleta Schleswîg Holsteînê li hev civiyan, komkujiya li Cizîrê protesto kirin. Çalakgeran dosyayek li ser komkujiyên dewleta Tirk li Cizîr û gelemperiya Kurdistanê dike, radestî Alîkarê Serokwezîrê Eyaletê Thomas Losse-Muller kirin.
Girseya gel a li ber avahiya parlamentê, dirûşmên "Kujer dewleta Tirk", "Merkel nebe hevparê komkujiyê" qîriya.
Girseya gel piştre ber bi avahiya televîzyona NDR ve meşiya. Li ser navê girseyê heyetê bi rayedarên televîzyonê re hevdîtin kir û xwest li pêşberî komkujiyan bêdeng nemînin.
Li ber avahiya rojnameya Kîeler Nachrîchtenê jî çalakî hat lidarxistin. Çalakgerên bi rayedarên rojnameyê re rûniştin xwestin bala xwe bidin ser komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin.