Erbey û Çelîk raya giştî ya Fransayê li ser komkujiyên li Kurdistanê agahdar dikin
Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Bûrcû Çelîk û Alîkarê Hevserokên Giştî yên DBP'ê Mûharrem Erbey, li Fransayê hevdîtinan dikin û li ser terora AKP'ê agahiyan didin.
Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Bûrcû Çelîk û Alîkarê Hevserokên Giştî yên DBP'ê Mûharrem Erbey, li Fransayê hevdîtinan dikin û li ser terora AKP'ê agahiyan didin.
Nûnerên DBP û HDP'ê der barê pêvajoya ragihandina xwerêveberiyan li Kurdistanê û polîtîkaya qirkirinê ya li dijî şaredarî û nûnerên gel ên DBP'yî de, wê 2 rojan li herêma Lorraîne ya Fransayê raya giştî ya Fransayê agahdar bikin.
Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Bûrcû Çelîk û Alîkarê Hevserokên Giştî yên DBP'ê yê ji têkiliyên derve berpirsyar Mûharrem Erbey, bi organîzasyona partiya li desthilatdariyê Partiya Sosyalîst (PS) re ji bo bernameya du rojan hatin Fransayê. Çelîk û Erbey duh destpêkê li bajarê Metzê bi rêveberiyên Partiay Keskan Ewropa Ekolojî (EELV) re rûniştin.
Di hevdîtinê de agahî li ser ragihadina xwerêveberiyên li Kurdistanê hat dayîn û bal hat kişandin ser polîtîkayên komkujiyê yên Dewleta Tirk li hemberî vê dimeşîne.
Di civînê de polîtîkayên bêbandorkirin û tinekirina şaredariyên DBP'yî jî hatin nirxandin û ji rêveberên EELV hat xwestin, ku bala wan li ser polîtîkayên qirkirinê yên li Kurdistanê tên dimeşin bin.
Çelîk û Erbey dûre bi yek ji rojnameyên herêmî yên sereke yên li Rojhilatê Fransadyê Repûblîcaîn Lorraîn re hevdîtinek kirin. Rojnameyê li ser bûyerên li Kurdistanê diqewimin bi Çelîk û Erbey re hevpeyvînek kir.
Di çarçoveya bernameyê de wê îro jî bi nûnerên Partiya Sosyalîst û hin siyasetmedarên din re hevdîtin werin kirin.
Danê êvarê saet di 20'an de wê bi organîzeya Serokê Şaredariya Metzê Domînîqûe Gros û Meclîsa Şaredariyê re konferansek bê lidarxistin. Di konferansa li Salle Capîtûlaîre du Cloître de Recollets de tevî Mûharrem Erbey û Bûrcû Çelîk, wê Nûnera Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî Nûrsel Kiliç jî weke qiseker lê amade be.
Konferans wê bi serenavê "Rewşa siyasî ya aktûel a li Tirkiyeyê û berxwedana Kurdan" bê lidarxistin û saet di 20'an de destpê bike.