Li Elmanyayê komkujiya AKP'ê li Cizîrê kir hat şermezarkirin
Çalakiyên protestoyî yên li hemberî dewleta AKP'ê ya li Cizîrê komkujî kir, dewam dikin. Li bajarên Elmanya Frankfûrt, Saarbrucken û Hagenê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.
Çalakiyên protestoyî yên li hemberî dewleta AKP'ê ya li Cizîrê komkujî kir, dewam dikin. Li bajarên Elmanya Frankfûrt, Saarbrucken û Hagenê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.
Çalakiyên protestoyî yên li hemberî dewleta AKP'ê ya li Cizîrê komkujî kir, dewam dikin. Li bajarên Elmanya Frankfûrt, Saarbrucken û Hagenê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.
FRANKFÛRT
Komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir, li bajarê Elmanya Frankfûrtê bi mîtîngekê hat şermezarkirin. Bi dehan kesên piştî nîvro li Haûpwache li hev civiyan, pankarta bi nivîsa "Ya jiyaneke bi rûmet, ya jî berxwedaneke bi rûmet, 40 mîlyon Kurd bê statu ne" vekirin. Tevî baranê jî çalakî bi qasî saetekê dewam kir. Li ser navê Meclîsa Jinê ya Amara Vîldan Dîrîk li vir peyivî û got, "Îro careke din komkujiyên Madimak, Roboskî, Sêwas û Enqereyê anîn serê me. Di sedsala 21'an de li pêş çavên tevahiya cîhanê 60 mirovên me ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Weke Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn divê em êdî bêjin, 'ev roj ji bo me roja rûmetê ye' û dakevin qadan."
Li ser navê YJK-Elman Delal Yaman peyivî û got, "Dewleta wehşî îro zarok, jin her kesî qetil dike. Li hemberî vê yekê divê her kes bi xurtî tevlî çalakiyan bibin û rûyê qetlîamker ê dewleta Tirk raxe pêş çavan."
Her wiha ji bo çalakiya îro saet di 16:00 a li ber parlamenta eyaletê ya li Wîesbadenê banga tevlîbûnê hat kirin. Mîtîng bi xwendina belavoka NAV-DEM'ê bi dawî bû.
SAARBRUCKEN
Li bajarê Elmanya Saarbruckenê jî, ciwanan çalakiya dengderxistinê lidar xistin. Bi qasî 100 ciwanên saet di 22:00 de li ber Europagalerî li hev civiyan, helwesta hikûmeta Elman protesto kirin û gotin, "Eger mirovên me dimirin, eger mirovên me ranazên, em ê nehêlin hûn jî razên". Ciwan ber bi navenda bajêr ve meşiyan û çalakiya xwe li navenda bajêr dewam kirin.
HAGEN
Li bajarê Elmanya Hagenê jî bi pêşengiya YJK-Elmanya, komkujiya li Cizîrê hat şermezarkirin. Kurdistaniyên derketin kolanan bi hêrsek di asteke bilind de dewleta Tirk şermezar kirin.
Di çalakiyê de ji bo bîranîna şehîdên Cizîrê li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" deqeyek rêz hat girtin. Di mîtîngê de bi sedan Kurdistanî û dostên wan amade bûn. Li ser navê YJK-Elmanya, Navenda Civaka Demokratîk a Hagenê û ATÎK'ê axaftin hat kirin.
Qisekeran dan xuyakirin ku hêrsa wan a li hemberî komkujiya li Cizîrê gelekî mezin e, êdî ti wateya gotinê nemaye û dem dema çalakiyan e. Girseya gel piştî vê kombûnê, tevî astengiya polîsan jî bi qîrîna dirûşmeyan li navenda bajêr meşiya.