Balûken: Ji bo Cizîrê em li Meclîsê komîsyona lêkolînê ava bikin
Balûken ê HDP'yî, ji bo birîndar û cenazeyên li Cizîrê xwest li Meclîsê komîsyoneke lêkolînê were avakirin.
Balûken ê HDP'yî, ji bo birîndar û cenazeyên li Cizîrê xwest li Meclîsê komîsyoneke lêkolînê were avakirin.
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê û Parlamenterê Amedê Îdrîs Balûken, der barê birîndar û cenazeyên li Cizîrê de xwest Meclîs lêkolînê bike.
Balûken di pêşnûmeya lêkolînkirinê de got, "Di 23'ê Çileya 2016'an de li taxa Cûdî ya navçeya Şirnex Cizîrê, ji ber êrîşên giran 31 welatî li jêrzemîna avahiyekê asê man, ji ber ku destûr nehat dayîn ambûlans, ekîbên rizgarkirinê û tenduristiyê xwe bigihînin nêzî avahiyê heta niha ji welatiyên birîndar 7 kesan jiyaan xwe ji dest dan. Ji roja destpêkê ve ji bo sewqkirina birîndaran ji bo nexweşxaneyê rayedarên partiya me, li cem Wezareta Karên Hundir ket nava hewldanan, lê mixabin hînê encamek jê derneketiye. Heta niha destûr nehatiye dayîn ambûlans xwe bigihînin cem avahiyê."
'DAYIK JÎ HATIN BINÇAVKIRIN'
Balûken bibîr xist ku dayikên Cizîrî ji bo wergirtina xizmên xwe yên li jêrzemînê heta ber avahiyê meşiyan, lê li ber avahiyê hatin binçavkirin û got, "Ji bo raya giştî li ser rewşa 31 welatiyên me bên agahdarkirin û ji her alî ve bûyer were ronîkirin pêwîstî pê heye Meclîs lêkolînê bike."