Çaglar: 'Plana Master' ji bilî rijandina xwînê bi kêrî tiştekî nayê

Prof. Dr. Gazî çaglar, 'Plana Master a Nû' ya Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglû eşkere kir nirxand û got, "Ev plana master, ji bilî mijûlkirin û hîn bêhtir rijandina xwînê, bi kêrî tiştekî din nayê."

Prof. Dr. Gazî çaglar, 'Plana Master a Nû' ya Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglû eşkere kir nirxand û got, "Ev plana master, ji bilî mijûlkirin û hîn bêhtir rijandina xwînê, bi kêrî tiştekî din nayê."

Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû, hefteya derbasbûyî li Mêrdînê 'Plana Master a Nû' ku ji aliyê naverokê ve dewama yên berê ye, eşkere kir. Sazî û rêxistinên li derdora AKP'ê hewl didin vê 'Plana Master' weke 'paketeke nû' pêşkêşî civakê bikin.

Li gorî Kurdan û  raya giştî ya demokratîk ev paket deam bi dehan paketên di nava 30 salan de hatine eşkerekirin e.

Prof. Dr. Gazî Çaglar ev 'Plana Master' ji ANF'ê re nirxand.

Çaglar da xuyakirin, ku AKP pisporê propaganda reş û kampanya nefretê ye û got, "Bi pûçkirina naveroka gotinan re wê stratejiya ragihandinê ya bi bandor tesfiye bike. Me mînakên destpêkê ji wan bihîstin; li gorî wan, ên ku Cizîr û Sûr bi tank û topan xera kirin, sivîl qetil kirin ne 'faşîst' in, berxwedêr, HDP li gorî wan 'faşîst' e."

Prof. Dr. Çaglar der barê xala 8. a 'Plana Master' a AKP'ê de, ku bi vê yekê re li dijî daxwaza xweseriyê, xwerêveberiyê ya gelê Kurd tê derketin, ev nirxandin kir:

"Ji bo li nava Tirkiyeyê pêşniyara demokrasî û xwerêveberiyê nede nîqaşkirin, AKP'ê şer da destpêkirin. Bi guhertina qanûnên şaredariyan re wê bixwaze, dema xwest şaredariyan bi rêya kayyûman bi rê ve bibe. Ev yek ji bo dîtina feraseta demokrasiyê ya AKP'ê belgeyeke girîng e. Bi awayekî vekirî dibêje, 'Ez ê hilbijartinên lê bi ser neketime, nas nekim'. Ev yek wê bandorê li îcreatên şaredariyên DBP'yî bike. Wê şaredarên hatine hilbijartin ji wezîfeyê bigirin. Zexta kontrola malî li van şaredariyan bê kirin û di bin navê 'sûcdariya destekkirina terorê' de wê hewl bide bêqîmet bike û personelan ji gorî dilê AKP'ê biguherîne."

Prof. Dr. Çaglar bal kişand ser hewldanên AKP'ê yên di çarçoveya 'Plana Master' de 'Kurdê AKP'ê biafirîne û got, "AKP wê bi lez û bez rêxistinên civakî yên bi xwe ve girêdayî bide avakirin. Wê qîmetê bide tevgerên polîtîk ên Kurdên Îslamî û bi tevlîkirina oldarên nêzî xwe, eşîrên nêzî xwe, zanîngehê nêzî xwe, muzîkên nêzî xwe re paşo maseya projeya 'yekîtiya milî û hevgirtinê' ava bike. Bawerim wê hewl bide komên siyasî yên alîgirê Barzanî jî tevlî vê bike. Yanî wê şexs û komên asta temsîliyeta wan a li herêmê ji sedî 5 jî nîne, weke nûnerên rewa yên gelê Kurd binepixîne. Wê HDP a rêjeya dengê wê ji sedî 95 e û Tevgera Azadiyê ya Kurd jî hewl bide bi tenê bihêle û tesfiye bike."

Prof. Dr. Çaglar da xuyakirin, ku pêkan e di demeke nêz de ev mase were avakirin û got, "Gelo ji vê derê wê çareser derkeve? Bêguman, dernakeve. Aştî di navbera hêzên li hemberî hev şer dikin de pêk tê. Hîmê aştiyê ji aliyê HDP a ku asta wê ya temsîlê ji sedî 95 e bê danîn. Maseyên ku aştiyeke demokratîk, wekhev û bi rûmet pêşkêşî gelê Kurd nekin, ne bawerim bi ser bikevin. Ji bilî mijûlkirin û hîn bêhtir rijandina xwînê, bi kêrî tiştekî din nayê."