Li Yewnenîstanê ji bo Sûr û Cizîrê çalakiya hevpar a hefteyekê

Rêxistinên Yewnanî, ji bo balê bikişînin ser qetlîamên dewleta AKP’ê ya li hember berxwedana xwerêveberiya ji destpêkê Sûr û Cizîrê, li tevahiya welat dîroka 6-13’ê Sibatê weke piştgirîya ji bo Kurdistanê hat îlankirin.

Rêxistinên Komînal ê Yewnanî, ji bo balê bikişînin ser qetlîamên dewleta AKP’ê ya li hember berxwedana xwerêveberiya ji destpêkê Sûr û Cizîrê û tevahî bajaran berdewam dikin, li tevahiya welat dîroka 6-13’ê Sibatê weke piştgirîya ji bo Kurdistanê hat îlankirin.

Li paytexta Atîna ya Yewnenîstanê Rêxistinên Komînal ê Yewnanî, ji bo balê bikişînin ser qetlîamên dewleta AKP’ê ya li hember berxwedana xwerêveberiya ji destpêkê Sûr û Cizîrê û tevahî bajaran berdewam dikin, li tevahiya Yewnenîstanê biryara çalakiyê hat girtin, dîroka 6-13’ê Sibatê weke piştgiriya ji bo Kurdistanê hat îlankirin.

Li paytexta Atîna ya Yewnenîstanê Rêxistinên Komînal ê Yewnanî, ji bo balê bikişînin ser qetlîamên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê, diroka 6-13’ê Sibatê hefteya piştgiriya bi Kurdistanê re îlan kir.

Kurdên li Yewnenîstanê dijîn, wê bi rêxistinên komunal re hevpar beşdarî çalakiyan bibin û diyar kir ku biryara mezinkirina berxwedanê hat dayîn.

ÇALAKIYA YEKEM ÎRO HAT LIDARXISTIN

Di çarçoveya hefteyê de çalakiya yekem îro li Cemiyeta Rojnamevanên Yewnenîstanê hat lidarxistin. Çalakvanan Cemiyet dagirkirin û bi pankartên daliqandin ve bal kişandin ser berxwedan û qetlîaman. Çalakvanan anîn ziman ku çapemeniya Yewnan li gorî pêwîstî heye cih nade qetlîam û polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê. Ji ber vê yekem çalakiya xwe li vir li dar xistine.

Çalakvanan diyar kir ku çapemeniya Yewnan şerê qirêj ê li hember gelê Kurd tê meşandin li gorî pêwîstî heye nade diyarkirin. Peyama “Ji vê pêvajoyê û şûn dê em ê şopdarên bûyerê bin” da.

Çalakvanên ku daxwazên xwe gîhandin rêveberên Cemiyeta Rojnamevanan, dagirkirina avahiyê ya ji saet 12:00’an heta saet 16:00’an bi dawî kirin.

...