10 HDP'yî hatin girtin
Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê Cavît Ûgûr û endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Dîlek Aykan jî di nav de 10 kesên roja 9'ê Adarê li Îzmîrê hatin binçavkirin, hatin girtin.
Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê Cavît Ûgûr û endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Dîlek Aykan jî di nav de 10 kesên roja 9'ê Adarê li Îzmîrê hatin binçavkirin, hatin girtin.
24 kesên roja 9'ê Adarê li Îzmîrê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, piştî ragirtina li emniyetê duh radestî dozgeriyê hatin kirin. Dozgerî pêwîstî bi wergirtina îfadeya wan nedît û hema yekser ji bo bên girtin ew sewqî dadgehê kir.
Dadgehê jî ji 24 kesan, Aykan û Ûgûr jî di nav de 10 kes bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "li ser navê rêxistinê propagana kirine" girt, 14 kes jî serbest berda.
Kesên hatine binçavkirin ev in: Cavît Ûgûr (Hevserokê HDP'ê yê Bajêr), Dîlek Aykan (Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê), Elmas Çinar (Rêvebera HDP'ê ya Bajêr), Hacay Yilmaz (Rêvebera HDP'ê ya Bajêr), Hasse Bîngol Tekîn (Endama YAK-DER'ê), Hulkuye Yilmaz, Seyît Cem Çakmak (SGDF), Casim Saday, Dîlan Yetîşmîş û Makbûle Gul.
Girtî şandin girtîgehên Şakran û Kiriklarê.