NY li hember hevpeymana YE-Tirkiyeyê nerazîbûn nîşan da: Dersînorkirinên komî îllegal in!

Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî li hember hevpeymana penaberan a Enqere û Ye nerazîbûna dersînorkirinên komî îllegal e nîşan da.

Komîserê Bilind ê Penaberan ê NY Zeîd Raad El Huseyîn wiha got: “Hevpeymana pêşnûme ya Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê, dibe sedema hin fikarên cîdî. Bi taybet ji dersînorkirinên komî û kêfî yên derveyî qanûnan e fikarên min hene.”

El Huseyîn ê ji Konseya Mafên Mirovan a NY a li Cenevreyê ev daxuyanî da, wiha pê de çû: “Agihandinên bêyî rêya ferd tê re derbas dibin bigire ber çavan, binpêkirina hiqûqa navneteweyî û Ewropayê ye.”

El Huseyîn diyar kir ku beriya civîna Ewropa ya 17-18’ê Adarê wê van pirsgirêkan bi rayedarên Ewropa re nîqaş bikin.

Hevpeymana Tirkiye û Yekîtiya Ewropa rastî nerazîbûnên gelek rêxistinên civaka sivîl jî hatin, di navbera 28 endamên Yekîtiya Ewropa jî di vê mijarê de hevparbûnek tineye. Di çarçevoya vê hevpeymanê de Enqereyê qebûl kir ku tevahî penaberên bi rêyên qeçax çûne Yewnanîstanê li Tirkiyeyê bigire. Di berdêla vê de jî Ewropayî wê ji bo her Sûriyeyîkî ji Yewnanîstanê şandine Tirkiyeyê, Sûriyeyîyekî din bigire. Ev hevpeyman hê teqez nebûye. Hevpeyman wê di civîna 17-18’ê Adarê de bê gotûbêjkirin.

Li gor agahiyên herî dawî yên Komîsertiya Bilind a Penaberan a NY, ji serê meha Çileyê ve nêzî 142 hezar penaber ji ser Behra Spî derbasî Ewropa bûne, 440 kes an fetisîne an jî winda ne. Ji sedî 48 Sûriyeyî, zêdetirî 132 hezar penaber ji Yewnanîstanê derbasbûn, zêdetirî 9 hezar 200 penaberî jî ji ser Îtalyayê derbas bûne.
Zeîd El Huseyîn wiha axivî: “Rewşa li Yewnanîstanê dramatîk e. Penaber ji ber agihandinên sînor ên Awûstûrya, Slovenya, Hirwatîstan, Sirbîstan û Komara kevn a Yûgoslavyaya Makedonya, nikarin ji welat derkevin.”

Huseyîn ev nêzîkatî wek rexne kir li hember tedbîrên Komara Çek, Macarîstan, Slovenya û Polonyayê nerazîbûn nîşan da. Huseyîn bal kişand li Ewropayê zêdebûna nîjadperestî, dijminantiya biyaniyan.