Li Mersînê yekemin agirê Newrozê li Tarsûsê hat pêxistin
Li Mersînê yekemin agirê Newrozê bi tevlîbûna hezaran li Tarsûsê hat pêxistin.
Li Mersînê yekemin agirê Newrozê bi tevlîbûna hezaran li Tarsûsê hat pêxistin.
Li Taxa Şahîn a girêdayî navçeya Tarsûs a Mersînê starta Newrozê bi tevlîbûna hezaran hat dayîn. Li qada ku pankartên "Newroz pîroz be" , "Êdî bes e, ji Rêbêr Apo re azadî" hatin daliqandin, li malan jî posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Mazlûm Dogan hatin vekirin. Li qadê dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “ Newroz Pîroz Be” bilind bûn, welatî jî bi cil û bergên Kurdî tevlî pîrozbahiyê bûn. Tax ji aliyê polîsan hat dorpêçkirin, pîrozbahî jî bi rêzgirtinê destpê kir.
Di aktîvîteyê de Hevseroka HDP’a Tarsûsê Zahîde Kaya axivî, got: “Em ê li Tarsûsê bi pêxistina agirê Newrozê li têkoşîna Kurdistanê xwedî derkevin.”
Piştî axaftinê dirûşme hatin berzkirin, govend hatin gerandin.