7 welatiyên Şêxmeqsûd birîndar bûn
Di topbarana li dijî Taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê de 7 welatiyên din ên sivîl birîndar bûn.
Di topbarana li dijî Taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê de 7 welatiyên din ên sivîl birîndar bûn.
Komên çekdar ên girêdayî Îtîlafa opozîsyona Sûriyeyê careke din ji aliyê Çerxerêya Kastîlo ya li bakurê Taxa Şêxmeqsûd û Çerxerêya Cendûl a li rojhilata taxê, û taxa Benî Zêd a li bakurrojavayê taxê bi çekên giran û fûzayan êrîş kirin.
Di encama êrîşa ku saet di 16.00’an de 7 welatiyên sivîl birîndar bûn. Birîndar rakirin Navenda Tenduristiyê ya Heyva Sor a Kurd. Rewşa hinan ji wan giran e.
Topbaran li dijî taxê hê jî dewam dike.