Li Stewrê agirê Newrozê hat pêxistin

Li Taxa Cilîn (Çinaronu) a Stewrê agirê yekemîn ê Newrozê hat pêxistin.

Yekemîn agirê Newroza 2016’an li Taxa Cilîn a girêdayî navçeya Stewra Mêrdînê ji aliyê welatiyan hat pêxistin. Gelek welatî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Bi stranan ve li derdora agir govend hatin gerandin. Welatiyên dirûşmeyên “Bijî Newroz” û “Bijî Berxwedana Cizîr/Sûrê” berz kirin, herikîn qadê.  Di pîrozbahiyê de ji çiyayên derdor fîşekên hewayî hatin avêtin. Li vir Hevserokê HDP’a Stewrê Selahattîn Onder axivî, wiha got: “Bi saya canfedayên azadiyê em îro agirê Newrozê pêdixin.”

Pîrozbahiya Newrozê bi govendên li ber stranên hunermendên herêmî bi dawî bû.