Li televizyona Dewleta Danîmarka DR TV'yê çalakiya protestoyî
Kurdistanî û dostên wan bi armanca protestokirina medyaya ku qetlîamên li Kurdistanê ji nedîtî ve tê, heta avahiya televizyona DR meşiyan.
Kurdistanî û dostên wan bi armanca protestokirina medyaya ku qetlîamên li Kurdistanê ji nedîtî ve tê, heta avahiya televizyona DR meşiyan.
Komên Kurdistan Initiativet: Feykurd, Ingen Politiske Fanger i Danmark, Crisis Mirror, Internationalt Forum Mellemøstgruppen og South East Asia gruppen(SEA-gruppen), Nazim Hikmet û Komala piştgirî dan çalakiyê.
Kurdistanî û dostên wan ên gihiştin televizyona DR, beşa resepsiyona televizyona Dewleta Danîmarkayê derbas kirin, domahiya saetekê sansura medyayê protesto kirin.
Di çalakiyê de Berdevkê Komaleya Çandê ya Nazim Hîkmet Yavûz Înekçî li ser navê Însiyatîfa Kurdistan daxuyaniya çapemeniyê xwend. Piştre Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarka Fetî Baran têkîldarî qetlîamên li Kurdistanê axivî. Di dawiya çalakiyê de dosyayên têkîldarî qetlîamên li Kurdistanê radestî televizyona Dewleta Danîmarka DR TV hat kirin.
Di çalakiyê de dirûşmeyên “Terorîst Erdogan”, “Terorîst Tirkiye” û “Bêdengiya we hevpariya sûc e” berz kirin.