Recep Balyecî yê demek dirêj ked daye têkoşîna azadiya Kurdistanê û 3 zarokên wî di nav refên gerîla de jiyana xwe ji dest dane, li Hezroyê ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. Ji bo Balyecî wê li Arnheîmê şîn bê danîn.
Ji bo Balyecî yê 1950’an li medreseyan dest bi perwerdeya olî kir û di tevahî jiyana xwe de bi nirxên xwe yên neteweyî girêdayî jiya, dawiya hefteyê wê li Navenda Civaka Demokratîk a Arnheîm a Hollandayê sersaxî bên qebûlkirin.
Zarokên Balyecî yên bi navê Nedîm, Eyup û Selman jî di dîrokên cuda de di nav refên gerîla de jiyana xwe ji dest dan. Piştî merasîma li Hezroyê, malbat sersaxiyan qebûl dike. Ji bo Balyecî li bajarê Arnheîm ê Hollandayê sibehê û roja Yekşemê wê şîn bê danîn.