Operasyonên qirkirina siyasî: Bi dehan binçavkirin, 9 girtin
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê binçavkirin û girtin didome. Li gelek navendan di encama operasyonên polîsan de bi dehan kes hatin binçavkirin.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê binçavkirin û girtin didome. Li gelek navendan di encama operasyonên polîsan de bi dehan kes hatin binçavkirin.
Operasyonên qirkirinên siyasî yên AKP’ê ya nikare berxwedana gelê Kurd bişkîne, dewam dike. Di operasyonên li Manîsa, Mûş û Wanê gelek kes hatin binçavkirin, li Afyonê 9 kes hatin girtin. Yên qetilkirina Berkîn Elvan protesto dikirin jî li Enqereyê hatin binçavkirin.
MANÎSA
Li navçeya Sarûhanli ya Manîsayê vê sibehê gelek serdegirtinên malan çêbûn. Di serdegirtinan de 12 endamên HDP’ê hatin binçavkirin. alınan Lokman Gul, Erol Bitmez, Ekrem Darçin, Ali Kaban, Fahrettin Kaban, Muharrem Demir, M. Ali Akkurt, Recep Kerem, Serdar Buldu, Abdurahman Taş, Haşim Kerem û Omer Bagci yên hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.
AFYON
Li Afyonê 8’ê Adarê 20 xwendekarên Zanîngeha Kocatepe ya Afyonê yên ku di serdegirtinên mal û wargehan de hatin binçavkirin, piştî karên li emniyetê anîn Edliyeya Afyonê. Piştî îfadeyên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê xwendekar sewqî dadgehê kirin. 11 xwendekar serbest hatin berdan, 9 jî bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” hatin girtin û şandin girtîgehê.
MÛŞ
Li navçeya Gimgim a Mûşê di serdegirtinên malan ên danê sibehê de gelek kes hatin binçavkirin. Hêzên dewletê di serdegirtinên malan ên li taxên Gumgum û Hurriyetê de derî û şibekayên malan şkandin.
Her wiha li gundên Qerqerût, Leylek, Gulîç, Înalî û Hebîba jî serdegirtinên hemwext çêbûn. Di serdegirtinan de B.A. (15), Faysal Ozgul, Mucahît Bingol, Fevzî Sever, Cemîl Oztok, Ahmet Yildiz, Yavûz Bîngol û Sînan Boylû hatin binçavkirin. Her 8 kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyeta Mûşê.
WAN
Li navçeya Qerqelî ya Wanê jî li Taxa Çamûrlû serdegirtinên malan çêbûn. Di serdegirtinan de Ergîn Ataç, Yaşar Vergîlî, Omer Şener û jinek bi navê Melek hatin binçavkirin û birin Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê.
ENQERE
4 xwendekarên endamên DEV-LÎS’ê ku li ber Baroya Enqereyê qetilkirina Berkîn Elvan protesto dikirin, bi derbkirinê hatin binçavkirin. Li Tûzlûçayirê jî polîsên êrîşî lîseyiyên çalakî li dar dixistin kirin, 11 xwendekar binçav kirin.