AKP a nikare bi berxwedanê, operasyonên qirkirina siyasî didomîne
Li Agirî, Sêwas, Stenbol û Mêrdînê di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin.
Li Agirî, Sêwas, Stenbol û Mêrdînê di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin.
AKP operasyonên xwe yên qirkirina siyasî bênavber li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê didomîne. Dewleta AKP'ê ya nikare bi berxwedana gelê Kurd, serî li terora binçavkirin û girtinan dide. Hêzên dewletê avêtin ser mala Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman.
AGIRÎ
Li navçeya Agirî Bazîdê, hêzên dewletê avêtin ser gelek malên li taxa Ehmedê Xanî. Di serdegirtinan de endamê Meclîsa şaredariya Bazîdê Halîs Gultekîn hat binçavkirin û ew birin Qereqola Polîsan a Ûlûyolê.
SÊWAS
Ji 28 kesên, HDP'yî jî di nav de roja 7'ê Adarê li Sêwasê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin, 17 jê piştî îfadeya li emniyetê hatin berdan, 11 xwedekar ji bo bên girtin sewqî Edliy Sêwasê hatin kirin. 11 xwendekar bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" hatin girtin. Xwendekarên hatine girtin ev in: Cahît Çadiroglû, Mert Kaya, Serhat Karakaş, Tûgba Yalçin, Lokman Gunan, Kubra Çakar, Mazlûm Tonka, Alî Bozkûrt, Sînan Sayik, Abdûrrahman Aşan, Bêrîtan Guneşlî."
STENBOL
Li Stenbolê serê sibehê polîsan bi ser mala parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman a li Alîbeykoyê de girtin. Polîsan birayê Adiyaman bi lêdanê binçav kir.
MÊRDÎN
Li navçeya Mêrdîn Stewrê jî, polîs û leşkerên Tirk avêtin ser mala endamê Meclîsa Şaredariyê ê DBP'yî Alaatîn Guneş a li taxa Barman. Ji ber ku Guneş ne li malê bû, nehat binçavkirin. Polîs û leşkerên Tirk tevî kûçikan li malê geriyan.