Li gorî ajansa nûçeyan Reutersê, ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên dîplomatî, ne tenê Rûsya, gelek hêz li ser mijara federasyonê nîqaşan dimeşînin.
Tevî daxwaza xweseriya demokratîk a Kurdan, ev nêrîn ji aliyê Rûsyayê ve jî hat bilêvkirin.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Rîabkov dabû xuyakirin, ku eger ev sîstem bimeşe, Sûriye dikare bibe dewleteke federal.
Li gorî agahiyên dîplomatekî ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji Reutersê re ragihand, gelek hêzên cîhana Rojava li ser dibetiya sîstemeke federal disekinin. Hat gotin, ev nêrîn ji Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstûra re jî hatiye pêşkêşkirin.
Dîplomatê ku navê xwe eşkere nekir da xuyakirin, ku li ser modeleke federal a yekparebûna xaka Sûriyeyê diparêze, lê ji navendeke gelekî qels û herêmên gelekî xweser pêk tê, tê rawestîn.
Dîplomatekî din ê ji Konseya Ewropayê ev vegotin piştrast kir.
Mîstûra dixwaze roja Duşemê li Cenevreyê danûstandinên li ser Sûriyeyê bide destpêkirin. 14 Adarê pêncemîn salvegera destpêkirina şerê li Sûriyeyê ye. Tûra destpêkê ya danûstandinan di meha Sibatê de destpê kiribû, lê kurt ajotibû. Piştre di bin çavdêriya Rûsya û DYA de roja 27'ê Sibatê peymana 'dawîanîna li dijminatiyê' hatibû morkirin. Tevî ku bi dehan caran e tê binpêkirin, ev agirbesta li Sûriyeyê hînê dewam dike.
Komîteya Muzakereyê ya Bilind a ku Tirkiye û Erebîstana Siûdî destekê dide û wê fînanse dike, li dijî her şêwe çareseriyên federatîf e. Ev komîte bi giranî ji komên ser bi DAIŞ û El Nûsrayê pêk tê.
Serokdewletê Sûriyeyê Beşar el Esad jî çareseriyeke federal red nekir. Esad di hevpeyvîneke xwe ya meha Îlonê de dabû xuyakirin, ku veguherînên saziyî pêwîste bi diyaloga navbera hemû Sûriyeyiyan de bê kirin û bi referandûmê re were erêkirin.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim jî di axaftina xwe ya ji bo Reutersê de diyar kir, ew ji nêrîna çareseriyeke federatîf re vekirî ne. Muslim got, "Çawa tê binavkirin bila welê be; lê me got em alîgirê Sûriyeyeke rêveberiya ji cih be. Navê vê dikare rêveberiyên herêmî, dikare federasyon, dikare tiştekî din be."