Kongreya Ciwanan a HDP'ê dewam dike

1. Kongreya Asayî ya Meclîsên Ciwanan ên HDP'ê destpê kir. Di daxuyaniya li kongreyê de hat destnîşankirin, ku ji bo bersiv ji êrîşên qirkirinê yên dewletê re bê dayîn, wê karekî bêhtir bi bandor were meşandin.

1. Kongreya Asayî ya Meclîsên Ciwanan ên HDP'ê li Navenda Bazirganiya Cîhanê ya Enqereyê destpê kir. Li salona kongreyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Sakîne Cansiz û ji pêşengên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya hatin daliqandin. Her wiha pankartên bi nivîsên "Bi xwerêveberiyê re em xwe bi rêxistin dikin, bi berxwedanê re em azad dibin", "Li dijî dîktator; cesaret, berxwedan, hêvî", "Jin jiyan azadî" hatin vekirin.

Beriya destpêkirina kongreyê stranên bi Kurdî, Erebî û Tirkî hatin lêdan. Li ser kursiyên vala yên li salonê, wêneyên şoreşgerên li Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan û mirovên li Cizîra Botan ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, hatin bicihkirin.

'EM SOZ DIDIN'

Li ser navê Kordînasyona Meclîsên Ciwanan ên HDP'ê Firat Yaman peyivî û berxwedana li herêmên xwerêveberiyê silav kir. Yaman got, "Di nava vê demê de komkujiyên giran hatin kirin. Gelek şehîdên me çêbûn. Li Pirsûs, Cizîr, Nisêbîn, Enqere... Êrîşên ji bo şikandina têkoşîna me ya şoreşgerî li ber çavan e. Li pêşberî vê rewşê, weke ciwanên HDP'ê divê em helwest û pîvana xwe nîşan bidin. Ciwan wê di vê kongreyê de helwesta xwe nîşan bide. Dijwariya pêvajoyê tê bilêvkirin. Li ser tê axaftin. Li qadê, polîtîkayeke tund a ji bo têkbirinê tê meşandin. Em soz didin ku di dema pêş de pratîkeke zelal a li hemberî vê bimeşînin. Armanca kongreyê ev e."

Yaman diyar kir, berxwedana xwerêveberiyê ya nêzî 10 meh in dewam dike, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiye û Kurdistanê pêngaveke gelekî mezin e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Girîng e rêxistinbûyîna vê pêngavê li ser ciwanan bê kirin. Rol, mîsyon û ruhê pêvajoyê ev e. Ciwanên bi vê mîsyonê radibin û li hemberî polîtîkayên dewletê têdikoşin li vir in. Dewlet dixwaze komkujiyên xwe yên li Kurdistanê bidomîne. Ji bo em polîtîkayekê li hemberî vê biafirînin, em îro li vir in. Ji bo afirandina alternatîfa pêvajoyê. Coşa bingehîn û çavkaniya moralê ya pêvajoya têkoşînê wê Meclîsên Ciwanan ên HDP'ê bin. Em soza pratîka vê didin hevalan. Em ji hevalan re serketinê dixwazin."

Kongre bi axaftina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li çapemeniyê girtî dewam dike.

Kongre wê piştî nîqaşên li ser serenavên "Em çawa dikarin partiyê, siyasetê û jiyana civakî ciwan bikin", "rêxistinbûyîna piralî", "welatê hevpar, komara demokratîk", "zanîngehên xweser û demokratîk", "têkoşîna jinên ciwan" sibe bi dawî bibe.